Komplo li Graz û Allessandrîayê hate şermezarkirin

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê û li bajarê Allessandrîa yê Îtalyayê, komploya navneteweyî hate şermezarkirin.

Li bajarê Graz ê Awûstûryayê saet di 15:00 de li Herrengasseyê Kurdistanî tevî dostên xwe li hev kom bûn û komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Garê şermezar kirin.

Di çalakiyê de belavok hatin xwendin û posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên KCK; YPG, YPJ û TJK-E'yê hatin hildan.

Her wiha dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Terorîst Tirkiye", "Dîktator Erdogan", "Artêşa Tirk ji Kurdistanê bicehime", "Jin, jiyan, azadî" hatin qîrîn.

Kurdistaniyan tevî dostên xwe ji Neteweyên Yekbûyî re name şandin ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikeve nava liv û tevgerê.

ALLESSANDRÎA

Li bajarê Allessandrîa yê Îtalyayê komplo bi çalakiyekê hate şermezarkirin.

Serokê Komeleya Ber bi Kurdistanê ve Antonîo Olîvîer çalakî li dar xist û têkildarî komployê belavok hatin belavkirin.

Di çalakiyê de êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Garê hatin şermezarkirin û li ser zext, êşkence û binpêkirina mafên mirovan ên li dijî girtiyên siyasî yên li Tirkiyeyê agahî ji raya giştî re hatin dayin.

Di çalakiyê de dirûşmên "Bijî Serok Apo", "Bimire xiyanet", "Berxwedana girtîgehê rûmeta me ye" hatin qîrîn û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û ala PKK'ê hate hildan.