Komkujiya Parîsê li Atînayê hate protestokirin
Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye, sê jinên şoreşger ên Kurd ku beriya 6 salan li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.
Li Atînayê ya ku paytexta Yewnanistanê ye, sê jinên şoreşger ên Kurd ku beriya 6 salan li Parîsê hatibûn qetilkirin, hatin bibîranîn.
Endamên Navenda Çanda Kurdistanê ji bo yek ji damezirînera PKK’ê Sakîne Cansiz, nûnera KNK’ê ya Parîsê Fîdan Dogan û endama tevgera ciwanan Leyla Şaylemez ku 9’ê Çileya 2013’an hatibûn qetilkirin, bi daxwaza edaletê çûn pêşiya Konsolosxaneya Fransayê.
Li pêşiya avahiya konsolosxaneyê li ser navê Navenda Çand û Tevgera Jinên Kurd axaftin hatin kirin.
Di axaftinan de bal hate kişandin li ser rolê dewleta Fransa a di komkujiyê de û daxwaz hate kirin ku kesên fermana komkujiyê dayîne bê dîtin û werin darizandin.
Dosyaya ku agahî û daxwazên têkildarî komkujiya ku ji aliyê rejîma AKP’ê ve hatî kirin ji bo konsolosxaneyê hate dayîn. Di dosyayê de pêvajoya dozê û belgeyên têkildarî rolê MÎT’ê yê di komkujiyê de cih digire.