Komîteya Kurd a Îtalyayê serdana Partiya Demokrat kir

Bi daxwaza Namzetê Parlementoya Ewropayê yê Partiya Demokrat Emanuele Fîano, şandeyekî ji Komîteya Kurdistan a Îtalyayê li avahiya partiyê hevdîtinek pêk anî.

NAMZETÊ PA EMANIELE FÎANO

Bi daxwaza Namzetê Parlementoya Ewropayê yê Partiya Demokrat Emanuele Fîano, şandeyekî ji Komîteya Kurdistan a Îtalyayê li avahiya Partiya Demokrat a li Mîlanoyê hevdîtinek pêk anî.

Fîano ku di hilbijartinên Parlementoya Ewropayê ku wê 8-9’ê Hezîranê de bên lidarxistin, namzetê  Partiya Demokrat e, bi eslê xwe Cihû ye û li Mîlanoyê ji dayik bûye. Hemû endamên malbata Fîano di dema Hîtlerê de sirgûnê kampa Auschwîtzê hatin kirin. Ji malbatê tenê bavê wî Nedo Fîano bi saxî filîtî û dîsa vegeriya Îtalyayê.

Fîano ji şandeyê agahiyên debarê ji pêvajoya li Kurdistanê diqewime û pêşniyarên ku ger were hilbijartin wê ji bo gelê Kurd çi bike xwest.

Komîte dosyaya ku têkîldarî pergala tecrîd, êşkence û qirkirinê û geşedanên dawî yên li Kurdistanê amade kir, pêşkeşî namzetê Parlementoyê kir û banga hestiyariyê kir.

Fîano diyar kir ku ger were hilbijartin wê ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan xebat bimeşîne.

Komîte pirtûka “Banga Kobanê” ya karîkaturê navdar ê Îtalyayê da Fîano.