Nûçeya Lezgîn: Bi ser Stêrk TV û Medya Haber TV’ê de hate girtin: Polîsan avahî talan kirin

KOMAW li ser Kasim Engîn daxuyaniyek da

KOMOW a têkildarî Endamê Komîteya Navendî ya PKK’ê Kasim Engîn (Îsmaîl Nazlikûl) ê 27’ê Gulanê şehîd bûyî daxuyaniyek da got: “Kasim Engîn tevahî têkoşînê xwedî kesayetekî wilo bû ku tim mînak bû.”

KOMAW a daxuyaniyek nivîskî da got: “Meha Gulanê hem ji bo refa karker a cîhanê û hem jî ji bo Têkoşîna Azadiya Kurdistanê xwedî cihekî taybet e. Meha Gulanê weke meha têkoşîn, yekîtî û piştevaniyê jî tê zanîn. Ev rastî hê zêdetir bi Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Kurdistanê re derket. Ji ber vê yekê têkoşîna şoreşger û dîsa lehengiyên pêk hatine, wateyên hê kûrtir dide meha Gulanê. Hakiyan, Ferhatan, Leyla Qasiman, Mehmet Karasûngûr ên nirxên gelê Kurd şehîdbûna wan hem ji bo pêvajoyê hem jî ji bo têkoşîna netewî bûne rênîşaner.

Em Kasim Engîn ê 27’ê Gulanê şehîd bûye bi rêzdarî û minet bibîr tînin. Di serî de ji bo malbat û hemû gelê Kurd sersaxiyê dixwazin. Şehîdê Têkoşîna Rizgariya Netewî ya Kurd Kasim Engîn tevahî têkoşînê xwedî kesayetekî wilo bû ku tim mînak bû. Bi kesayetiya xwe ya zana, fedekar, dilnizim, şoreşger bi bernameya şoreşgerî ya ketî ser rê, heta nefesa xwe ya dawî ji bo têkoşîn bi ser bikeve û bi encam bibe şer kiriye û hewldan kiriye. Di vî şerî de ji bo her kes, ciwan û gelê Kurd mîrasek hiştiye. A girîng em bi hev re xwedî li vî mîrasî derkevin.”