Koma ji Mannheîmê Nobeta Azadiyê wergirt

Çalakiya nobetê ya ku ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ev 367 hefte ne didome, ji aliyê endamen Meclîsa Gel a ji Mannheîm û derdora wê ve hate wergirtin.

Ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 25’ê Hezîrana 2012’an de nobeta azadiyê hatibû destpêkirin. Nobet sala borî ketibû sala 8’an. Ji wê rojê heta îro nobet bênavber didome.

Çalakiya nobetê ev 367 hefte ne, didome. Halîs Dogan, Mahmût Yucel, Şaban Aktaş, Azîz Aktaş û Ahmet Aktaş ên ku bajarê Mannheîmê hatine, nobet wergirtin.

‘NOBET JI BO HEMÛ MIROVAYETIYÊ RÛMET E’

Li ser navê komê daxuyanî hate dayîn û hate diyarkirin ku parastina azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan peywira hemû Kurdan e. Di daxuyaniyê de hate gotin ku “Vê nobeta ji bo Rêbertî him ji bo Kurdan û him jî ji bo mirovayetiyê çalakiyeke bi rûmet e. Ji bo ku ev çalakî xurt be, divê hemû welatparêz berpirsyariyê werbigirin. Ev çalakî wê heta azadiya Rêbertî bidome ji ber vê jî nabe ku em wekî çalakiyeke demdemî nêzî wê bibin.”

Heta îro nêzî 2 hezar kes tevlî nobetê bûne û hate diyarkirin ku ew ê nîşanî cîhanê bidin ku ew dev ji azadiya Ocalan bernadin.