KNK: Roj roja parastina Rojava ye

Konseya Rêveber a KNK’ê der barê êrîşên li ser Rojava û Sûriyeyê daxuyaniyek da û got: “Roj roja parastina Rojava ye.”

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) der barê êrîşên li ser Rojav û Sûriyeyê de daxuyaniyek nivîskî da û banga parastina Rojava kir. KNK’ê destnîşan kir ku li herêmên Helebê ji derveyî taxên Kurdan, bêyî ku berxwedana rejîma Sûriyeyê herêm ketiye di bin kontrola çeteyan de.

Di daxuyaniya KNK’ê de wiha hate gotin:

“Pênc roj beriya niha bi koordîneya dewleta Tirk, ewilî HTŞ (Heyet Tahrîr El Şam – ku rêxistineke selefiye û bermayê El Qaîde û DAÎŞ’ê ye) û ANS (Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê – ku piranî ji hêzên selefî pêk tê û girêdayê Tirkiyê ye), êrîşî hêzên rejîma Sûriyeyê kirin û pêş de çûn. Balkêşe artêşa Sûriyeyê li ber xwe neda û paş de çû. Di roja 3’yemîn de ketin bajarê Helebê. Ji derveyî taxên Kurdan, Heleb bê şer kete destê wan. Di eniyên din de jî dest bi êrîşan kirin û heta bajarê Hemayê pêş de çûn. Ji danê sibehê û vir de çeteyên girêdayî dewleta Tirk (Artêşa Neteweyî ya Sûriyeyê – ku piranî hêzên selefî ne), êrîş birin ser herêmên Kurdan û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê. Niha di hemû eniyan de şer heye û êrîşa mezin li ser devera Şehba û bajaroka Til Rifatê ku piraniya koçberên Efrînê li wê deverê ne heye.

ÊRÎŞ BI KOORDÎNEKIRINA DEWLETA TIRK PÊK TÊ

Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di nava Sûriyeyê de rêveberiyek demokratîk e, hemû pêkhateyên etnîkî û dînî di nav de cih digirin. Di qada civakî de jî jin pêşengiyê dikin.

HTŞ, hêzeke enternasyonal a cîhadistan e û di nava HTŞ’ê de bi deh hezaran cîhadistên Uygur, Çeçen, Tirkmen û yên dehan welatên cuda hene. HTŞ li ser sînorê Tirkiyeyê dimîne û hemû lojîstîka xwe ji Tirkiyeyê dabin dike. ANS (Artêşa Neteweyî ya Suriyeyê) ji xwe bi temamî girêdayê Tirkiyeyê ye û gorî fermana dewleta Tirk tevdigere. Êrîşên van hêzan plankirî ne, bi agahdarî û bi koordînekirina Tirkiyeyê pêk tê. Êrîşa li ser deverên Kurdan û deverên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê vê rewşê bi zelalî dide nîşan. Ji xwe ev demeke Serokkomarê Tirkiyeyê Erdogan, bi eşkere dibêje ‘Em ê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nehêlin û em ê Bakurê Sûriyeyê bi temamî dagir bikin’.”

DEH SAL BERÊ JÎ BERÊ DAÎŞ’Ê DABÛ KOBANÊ

Rewş diyar e. Li pişt van êrîşan dewleta Tirk heye. Zîhniyeta Neo Osmanî bi rê ve diçe û dewleta Tirk dixwaze van herêman digir bike. Ev ne cara pêşî ye ku dewleta Tirk êrîşî deverên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dike. Ji destpêka şoreşa Sûriyeyê ve (2011) dewleta Tirk, bi her awayî li dijî Kurdên Rojava di nava planên xirab û êrîşan de ye. Deh sal berê yên berê hêzên DAÎŞ’ê dane ser bajarê Kobanê, rayedarên dewleta Tirk bûn. Niha jî deverên girêdayî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, di bin êrîşên hêzên girêdayî dewleta Tirk de ne. Ev êrîş weke êrîşa 2014’an a DAÎŞ’ê ya li ser Kobanê ye.

WÊ SÛRIYEYÊ BIKIN BAREGAHA SELEFÎ CÎHADISTAN

Kurdên Rojava bi komkujiyekî din ve bi rû bi rû ne. Em bala hemû hêzên cîhanî yên ku bi Sûriyeyê re eleqedar in dikşînin ser van êrîşan û em dixwazin her kes rastiyê bibîne û li gorî vê rastiyê jî helwestê nîşan bidin. Serketina HTŞ û ANS’ê tê wateya rewşeke weke dema DAÎŞ’ê. Bi serketina wan re Sûriye dibe bingeh û baregeha hêzên selefî û cîhadistan. Divê pêşiya vê rewşê bê girtin.

Bi vê boneyê em bang li hemû hêzên peywendîdar û raya giştî ya cîhanê dikin ku li hember êrîşên dewleta Tirk û hêzên girêdayî wan rawestin û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tenê nehêlin.

DIVÊ WEKE SERDEMA KOBANÊ BERÊ XWE BIDIN ROJAVA

Bi teybetî gelê me yê li Şehbayê, li derdorê Helebê, koçberên Efrînê û gelê Rojava di bin êrîşan de ne û bi komkujîyê re rû bi rû ne. Divê hemê Kurd û Kurdistanî û dostên Kurdan vê rewşê bi baldarî bişopînin û xwedî helwest bin. Em bang li hemû Kurd û Kurdistaniyan dikin ku weke serdema Kobanê, derkevin kolanan û berê xwe bidin Rojava û li her cih û deverê gelê me yê Rojava û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê biparêzin.”