KNK: Li hemberî êrîş û terora dewleta Tirk rawestin

KNK'ê di salvegera qetilkirina Denîz Cevdet Bulbun de bang kir ku li dijî êrîşên dewleta Tirk a dagirker helwestek bê nîşandan.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di salvegera qetilkirina endamê KNK'ê Denîz Cevdet Bulbun (Denîz Hêvî) de daxuyaniyek weşand û bi bîr xist ku di 18'ê Îlona 2023'an de li ofîsa KNK'ê ya li Hewlêrê hate qetilkirin.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Her çend rayedarên ewlehiyê di destpêkê de gotin ku kujer hatiye girtin, piştre gotin ew reviya ye û ne li herêma Kurdistanê ye. Piştî nêzîkî salekê û piştî çendîn rûniştinan, dadgeha tawanan a Hewlêrê di dawiyê de li gor madeya 2 li ser tawana kuştinê û sîxurîkirin ji bo dewletekê ya yasaya dije-Terorê, 27 sal cezayê zîndakirinê ya heta hetayî li du tawanbaran birî.

Tevî ku ev destpêkek baş e, lê heta ku kujerê sereke bê girtin û cezakirin û destên dezgehên sîxuriyên welatên cîranên herêmê bi dawî bibe, em ê di Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê de li ser van dozan li hundir û dervey welat bi cidî dixebitin. Her wiha erkê Hikûmeta Herêma Kurdistanê û dezgehên ewlekarî ye ku asayîşa çalakvan û azadîxwazên parçeyên Kurdistanê biparêzin, kujer û sîxuran bibînin û wan radestî dadgehê bikin."

Daxuyaniya KNK'ê bi vî rengî dewam kir:

"Di demekê de ku em salvegera terorkirina Denîzê xizmetkarê welat, ziman û çanda Kurdî bi bîr tînin, Kurdistan di bin dagirkeriyê û êrîşên balafirên droneyan de ye û teror jî bûye haletekî diyardeyek û rojane xelkê sivîl, jin, zarok û rojnamevanan bi armanc digirin. Ti kesekî azadîxwaz û dijî dagirkerîyê ji jiyana xwe ne bawer e. 

Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bang li saziyên fermî yên Iraqa Federal û Herêma Kurdistanê dike ku erkên xwe yên destûrî û yasayî yên li hember ax û gel pêk bînin û bi komployên dewletên dagirker re hevkariyê nekin û li dijî dagîrkerîyê rawestin. 

Careke din ruhê şehîd Denîzê xebatkarê tevgera azadîyê, xizmetkarê çand û zimanê Kurdî şad be. Weke her car jî em ê ji bo rêkarwanê te bi wefa bin ê heta kujer û alîkarên wan bên ceza kirin, li xebata xwe berdewam dibin û vê dozê bi zindî bihêlîn."