KNK'ê êrîşên li ser zimanê Kurdî şermezar kir

"Em wekî Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK'ê van êrîşên hovane û nîjadperest bi tundî şermezar dikin. Ji bo bi yekdengî bertek nîşandan û xwedîlêderketina li nirxên me yên bingehîn, hemû welatparêzên Kurdistanê vedixwînin."

Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeyê ya Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) êrîşên dewleta Tirk ên li ser perwerde, bikaranîn û fêrkirina zimanê Kurdî şermezar kir.

Di destpêka daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Her weke tê zanîn, dewleta Tirka faşîst û dagirker, van rojên dawî bi şêweyeke hovane û bênavber erîşan dibe ser bikaranîn, perwerde, fêrkirina zimanê Kurdî."

Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir:

"Di serî de hunermendekî bi zimanê Kurdî sitranên xwe digot hat kuştin, li pey vê bûyerê xortên ku govend girêdan ji aliyê polîsên dewleta faşîst a koalîsyona AKP'ê û MHP'ê ve hatin girtin, li pey van bûyeran avêtin ser dawet û dîlanan, ew jî têra wan nekir. Çeteyên AKP û MHP'ê kesekî ku bi telefonê bi malbata xwe re bi Kurdî diaxivî li Stenbolê kuştin. Heman çeteyan êrîş birin ser karkerên demsale yên Kurd ku bi rojane dixebitîn, hêzên vê dewleta faşîst û mêtinger temaşe kirin û bi ser de ev karker hatin binçavkirin û hinek ji wan hatin girtin."

KNK'ê got, ji ber ku li dijî van êrîşan nerazîbûnên têr û tijî nehatin nîşandan, dewleta Tirk a faşîst dagirker dersxaneyên ku tê de dersên fêrkirina Kurdî dihatin dayin bi rêbaza venêrînan kirin tengasiyê û ji bo girtina van dersxaneyan li hincetan geriyan.

Di daxuyaniya KNK'ê de hate gotin, "Wan rojên dawî şaredariyên ku baxçeyê zarokan dabûn vekirin û nivîsên baldarbûnê yên hatûçûyê, yên wekî 'Pêşiyê Peya' ji alî çeteyên wan ên fermî û nepenî ve hatin jêbirin û bi lêpirsînên reveberî re rû bi rû man. Niha jî pişkînerên dewleta faşîst a AKP û MHP'ê di şaredariyên Amed, Wan û bajarên din de venêrînan dikin û ji bo lêpirsîn vekirinê li hincetan digerin.

Doh serê sibehê êrîş birin ser avahiya Komeleya Lêkolînên Ziman û Çanda Mezopotamyayê (MED-DER) û pîrtûkfiroş PAYÎZ PIRTÛK'ê û piştî re jî avêtin li ser malên rêveber û mamosteyên MED-DER'ê û xebatkarên PAYÎZ PÎRTÛK'ê û tevî hevserok, rêveber û mamostayên MED-DER'ê gelek ji wan hatin desteserkirin. Gelek pirtûk û kovar yên bi zimanê Kurdî jî weke alavên tawanbarkirinê bi xwe re birin. Li Îzmîrê jî rêvebera Jin Art Hunerê hat derdestkirin. 

Dewleta Tirk a mêtingera faşîsta AKP û MHP'ê, carek din dijminatiya xwe ya li hemberî ziman, çand, wêje, dîrok û hunera kurdî nîşanî gelê Kurd da û hemû nirxên Kurdayetiyê binpê kir. 

Ji ber van egeran em bang li hemû rêxistinên siyasî, tevger, sazî, dem û dezgehên, sîvîl, pîşeyî, olî, civakî, rewşenbîr, akademîsyen, nivîskar û welatperwerên Kurdistanî, dikin ku bi hevdû re û bi yekdengî li hemberî van êrîşên hovaneyên nîjadperest, ên dewleta AKP û MHPê bertekên xurtên bi girseyî nîşanbidin û li van nirxên me yên bingehîn xwedî derkevîn. 

Em wekî Komîsyona Ziman, Çand û Perwerdeya KNK'ê van êrîşên hovane û nîjadperest bi tundî şermezar dikin. Ji bo bi yekdengî bertek nîşandan û xwedîlêderketina li nirxên me yên bingehîn, hemû welatparêzên Kurdistanê vedixwînin.

Dîsa em dibêjin! Ziman, çand, wêje, huner û dîroka me, hêmana bingehîn a jiyana me ye!"