KNK’ê Cejna Qurbanê pîroz kir

“Em di hêvî û wê baweriyê de ne ku gelê me, wê di demeke nêz de bi aramî û aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasenetê em Cejna Qurbanê serî de li girtî û şervanên azadiyê, li gelê Kurdistanê û li alema Îslamê pîroz dikin."

Konseya Rêveber a KNK'ê bi wesîleya Cejna Qurbanê peyameke pîrozbahiyê weşand.

 Di peyamê de hate gotin; “Sibe cejne, cejna Qurbanê ye. Mixabin em dîsa cejnekê, di rewşeke alozde pîroz dikin. Li Bakurê Kurdistanê êrîşên qirkirinê li ser gelê me didomin. Mirovên me têne qetilkirin û xwezaya welatê me tê wêrankirinGef û tehdîtên dijminan li ser Rojavayê Kurdistanê hingî diçe zêdetir dibin. Rojhilat, zextên dewletê yên li ser gel berdewamin û pirgirêkên civakî roj bi roj kûrtir dibin. Li Başûr jî pirsgirêkên aborî û civakî berdewam dikin, problemên herêmên dabirayî heta niha nehatine çareserkirin û êrîşên dewleta Tirk jî serve zêdebûne.”

KNK’ê diyar kir ku dewleta Tirk, ne tenê li Bakur her wiha li Başûr û Rojavayê Kurdistanê jî êrîşê gelê me dike û wiha domand; “Dewleta Tirk, beşek ji axa Rojavayê Kurdistanê, beşek jî ji axa Başûrê Kurdistanê dagir kiriye û dixwaze vê dagirkerîya xwe berfireh bike. Li hember van êrîşan gelê me û şervanên azadîyê jî, bi hemî awayî berxwe didin, bi qehremanî û bi fedakrîyek mezin êrîşên dijminan vale derdixin.”

Di dewama daxuyaniyê de hate gotin; “Mixabin di pîrozkirina Cejna Qurbanê de, sosret ewe ku yên êrîşê gelê me dikin, ne bi tenê xwe Misilman didin xuya kirin, xwe serokên-rêberên Misilmanan didin nişandan. Roja cejnê jî, wê dîsa derkevin ber kamerayên televizyonan û bi derewan bêjin “Misilmanên qenc û xêrxwaz em in” û bixwazin zalimtiya xwe ya li ser gelê me didin meşandin bidin vaşartin.

Bêgûman li her çar perçeyan û her derê gelê me, hêdî ne gelê berê ye, bûye xwedî hişmendiyeke mezin û di nava tekoşineke netewayiya demokratika hemdemî de ye. Êdî ne xwazokê ber deriyê zalima ye û nema bindestiyê qebûl dike. Êdî bi tenê hêviya xwe bi xwe û rêberê xwe û tekoşerên xwe dike.

Em bi hêvî û bi baweriya ku gelê me, dê di demeke nêz de bi aramî, aştî û azad, cejnên xwe û şahiyên xwe pîroz bike. Bi vê munasebetê em cejna Qurbanê, sêrî de li girtî û şervanên azadîyê, li gelê Kurdistanê û li hemî alema Îslamê pîroz dikin.”