KNK'ê Cejna Paskalyayê pîroz kir

KNK'ê Cejna Paskalyayê li tevahiya cîhanê û gelê Asûrî-Suryanî-Kildanî û hemû bawermendên Mesîhî pîroz kir.

Konseya Rêveber a Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) bi wesîleya Cejna Paskalyayê peyamek weşand.

Peyama KNK'ê bi vî rengî ye:

"Îro cejn e, roja qiyamê ye, roja rabûnê ye, cejna Paskalyayê ye. Di demekê de ku gelên Mezepotamya û gelên Kurdistanê di qonaxeka dîrokî re derbas dibin, em cejna Gelê Asurî-Suryanî-Kildanî û hemî bawermendên Mesîhî, careke bi dilekî xweş pêşwazî dikin û pîroz dikin.

Îsal ev roj û ev cejn di qonaxeke dîrokî de bi ser gelên Kurdistanê re dibihûre. Ev heyam qonaxeke ji bo gelên deverê bi giştî û yên Kurdistanê bi hemû çîn û etnîkiyên wê ve çarenivîssaze. Şoreşa gelan ya li dijî zilm û dagirkeriyê, ku gelên Kurd, Asûrî-Suryanî-Kildanî, Ereb, Ermenî û hwd. hembêz dike û li tevahiya cîhanê deng vedaye. Di van rojên dîrokî de pîrozkirina cejna Paskalyayê, wê hêzeke mezin û îradeyeke bi hêztir bide yekîtî û berxwedana hevpar a ji bo damezirandina civakeke wekhev û pêkve jiyana bi aştî û bexteweriyê.

Em weke KNK, bi germî cejna Paskalyayê li tevahiya bawermendên Mesîhî û hemû gelên Kurdistanê û tevahiya cîhanê pîroz dikin. Em hêvî dikin ku ev cejn, di seranserê cîhanê û welatê me de, bibe wesîleya aştî û aramiyê."