Keskan peyamên piştgiriyê dan Guven

Rayedarên asta jor a Partiya Keskan ên bi heyetekê re li Nûnertiya HDP’ê ya Elmanyayê hatin ba hev, anîn ziman ku piştgiriyê didin çalakiya Leyla Guven a di roja 71’ê de ye û destekê didin çalakiyê.

Heyetek ji wekîlên berê yên Elmanya li Nûnertiya HDP’ê ya Elmanyayê ji bo bal kişandina ser rewşa Hevseroka Kongray Civaka Demokratîk (KCK) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a çalakiya greva wê di roja 71’ê û tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di asta partiyên komên wan li Meclîsa Federal in, rêze civîn pêk anîn.

Heyeta ku ji parlementerê berê yê HDP’ê Ziya Pîr, Faysal Sariyildiz, Sîbel Yîgîtalp, ji Nûnertiya HDP’ê ya Elmanya Sînan Onal li gel Mûhammet Kaya pêk tên li Navenda Giştî ya Partiya Keskan bi rayedarên asta jor a Keskan re civiyan.

Alîkara Seroka Giştî ya Partiya Keskan Jamîla Schafer û ji Partiya Keskan rêveberê Baskê Ciwanan Max Lûck di nava heyetê de cih digire bi heyeteke ji desteya rêveber a navendê pêk tê re civiyan. Piştî hevdîtina ku baş derbas bû û şûnde Schafer û Luck li gel wêneyên Leyla Guven bi dîmenekê peyamek parve kir.

Rayedarên Partiya Keskan ji bo li Tirkiyeyê demokrasî pêk bê piştgiriya HDP’ê dikin û got: “Ji bo derbaskirina vê pêvajoya xitimî yekan e rê vegera li hevdîtinên aştiyê ne.” Heyetê anî ziman ku çalakiya Leyla Guven bi wate ne û destek dikin.

Rêveberên Partiya Keskan da xuyakirin ku ji bo Leyla Guven wê daxuyaniyek bidin çapemeniyê, destnîşan kir ku di demek nêz de hewl didin ku heyetekê bişînin Tirkiyeyê. Heyeta HDP’ê jî diyar kir ku tevî Leyla Guven wekîle jî hê li zindanê ye. Ji bo azadiya Guven divê bi lezgîn bikevin nava tevgerê.

DAXWAZÊN HDp’YIYAN

Parlementera berê ya HDP’ê Sîbel Yîgîtalp têkildarî hevdîtin agahî da û got: “Anîn ziman ku kêlî bi kêlî rewşa Guven dişopînin. Rewşa Guven di çi astê de ye ew jî dizanin. Diyarkirin ku ji bo rewşa Guven wê bikevin nava hewldanan.

Parlementerê berê Ziya Pîr jî got: “Em ne ji bo ricakirinê diçin gel partiyên siyasî yên Elman. Peymanên navneteweyî yên Tirkiyeyê îmze kirî hene û em tînin ziman ku tiştên bên kirin hene. Ji bo ev yek pê werin em wan vedixwînin erkên wan. Em Peymanên Mafên Mirovan ên Ewropa û NY’yê bibîra wan dixin.

Pîr anî ziman ku di hevdîtinê de ji bo rayedarên Keskan 3 daxwaz anîne ziman û ev tişt got: “A yekê; rewşa Leyla Guven, duyem; bi wê ve girêdayî bidawîkirina tecrîda li ser Birê Ocalan, sêyemîn; gefên êrîşan ên li ser Rojava û dagirkeriya li Efrînê dom dike. Em li ser van mijaran bi wan re gotûbêj kirin û wan jî diyar kir ku ji bo vê wê bikevin nava hewldanan.”