BI DÎMEN

Kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dan li Lengnaûyê hatin bibîranîn

Kesên di erdheja 6'ê Sibata 2023'yan de jiyana xwe ji dest dabûn li Lengnaûyê hatin bîranîn.

Di ser erdhejên bi pileya 7,7 û 7,6 re ku di 6'ê Sibata 2023'yan de li Mereşê çêbûn û bandor li 11 bajaran kirin, salek derbas bû. Ji bo kesên di erdhejê de jiyana xwe ji dest dabûn, li bajarê Lengnaû yê girêdayî Kantona Bernê bi çalakiyekê hatin bibîranîn.

Ji Mereşê gelek kes beşdarî çalakiya ku ji aliyê MARDEF'ê ve hat lidarxistin bûn.

Bîranîn bi duaya ku ji aliyê Endamê Civaka Îslamiya Kurdistanê (CÎK) Seyda Zahît Yalun ve hat xwendin, dest pê kir û Hevseroka MARDEF'ê Hatîce Sonzamancı axaftinek kir.

Hatîce Sonzamancı diyar kir ku her çend salek di ser erdhejê re derbas bûbe jî birînên wan nehatine pêçan û wiha got: “Salek bi ser erdehejê re derbas bû. Texrîbata ku ji ber karesata erdhejê pêk hatiye hê jî ji holê de ye. Weke malbata MARDEF em bi biryariya xwe dubare dikin ku em ê di pêvajoyên dijwar de werin gel hev û piştgiriyê bidin hev. Di salvegera erdhejê de em kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr tînin û ji kesên ku pêy re mane hêz û hêviyê dixwazin.”

PÎR VAKKAS URUL: EM MINNETARÊ SAZIYÊN KURD IN

Pîr Vakkas Urul, kalikê Cemxaneya Narli yê ku di erdhejê de hilweşiyabû jî di nav kesên ku beşdarî bîranînê bûn. Pîr Vakkas Urulê ku Gulbang xwend û çira şiyar kir jî axaftinek kir. Urul anî ziman ku li Narliyê li şûna Cemxaneya hilweşiyayî Cemxaneyeke mezintir dest pê kiriye û serpêhatiyên xwe yên dema erdhejê vegot. Urul, wiha got: “Di erdhejê de mala me jî hilweşiya. Ez, hevjîna xwe û du zarokên xwe ji nav kavilan xilas bûn. Me di destpêkê de asta erdehjê fêm nekir. Dema hatinNarliyê me dît ku rê bûye du perçe. Me dît ku felaket her ku diçû mezintir dibû. Dema ku em gihîştin Cemxaneyê, me dît ku Cemxane jî hilweşiyaye. Bi Canên xwe yên ku hatin wir me amûr ji bin kavilan derxist û ji kesên li peyarê re xwarin amade kir. Em bi tenê mabûn. Me xwarina xwe jî parî parî dixwar. Me nizanibû sibê dê çi bibe. Pir sar bû û xwarin tune bû.  Dema ku me hêviya xwe winda kir, tirên alîkariyê hatin. Dema me ew alîkarî dît, em rûniştin û ji şahiyê giriyan. Di vî warî de di serî de em spasiya MARDEF, Heyva Sor û saziyên Kurdan dikin.

ME LI QADAN HÊZA CIVAKA BIRÊXISTÎ DÎT

Parlementera berê ya HDP’ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku ji kêliya yekemîn a erdhejê ve parlementerên HDP’ê, rêveberiyên navçe û bajaran û gelê Kurd bê cudahî alîkariya her kesî kirin û got: “Dema me erdhej bihîst hemû hevalên me çûn herêma erdhejê. Bi rojan hikûmet tune bû. ‘Dewlet tunebû’ ne tenê dirûşme bû, di heman demê de rastiyek bû. Dewletê tu carî alîkarî nedaye Kurdan û Elewiyan. Me hêza civaka birêxistî jî li qadan dît. Divê em ji bo vê yekê zêdetir xwe bi rêxistin bikin."

Di bîranînê de piştî pêşandana klîba "Erdhej" a bi strana Serhat Med û Hekîm Sefkan hat temaşekirin, loqmeyên xêrxwaziyê hatin belavkirin.