Kedkarên ji Brîtanyayê wê banga ‘Azadî ji bo Ocalan’ bikin

Tevgera Kedê ya Brîtanyayê her sal Festîvala Şehîdan a Tolpûddleyê li dar dixe. Temaya îsal ya festîvalê wê azadîya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Tevgera Kedê ya Brîtanyayê her sal Festîvala Şehîdan a Tolpûddleyê li dar dixe. Di festîvalê de panel, konser, pêşangeh û meş tên lidarxistin. Temaya îsal ya festîvalê wê Azadîya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan be.

Meclîsa Gelê Kurd a Londonê û Meclîsa Gelê Kurd a Brîtanyayê ji bo beşdariya festîvalê bang kir. Di daxuyanîya bangê de ev tişt hate diyarkirin:

“Kampanyaya Azadî ji Ocalan re ya ku sendîkayên li Brîtanyayê didomînin, roj bi roj mezin dibe. Ev sendîkayên ku 6 milyon kesan temsîl dikin,ji bo ku fikrên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bigihêje gel, gelekî girîng e.

Wê di vê festîvalê de banga Azadî ji bo Ocalan were kirin. Gelê Kurd jî wê rojê li wê derê be û amadekariyên me didome. Em bang li gelê xwe yê welatparêz dikin ku bila bi awayekî xurt tevlî vê festîvalê bibin.

Dîroka festîvalê: 21’ê Tîrmehê/Yekşem

Saeta destpêkirinê: 09.00

Cih: Topûddle Martyrs Mûseûm

Dorchester road, Tolpûddle Dorset

DT2 7EH."