KCK’ê derbarê ‘dîmenê mikurhatinê’ ya çalakvanên Behdînanê daxuyaniyek da

Komîteya Pêywendiyên Koma Civakê Kurdistanê (KCK) di derbarê ew dîmen, senaryo û mikurhatinê ku dezgeha îstixbarata PDK’ê Parastin ya li dijî rojnamevan û PKK’ê weşandiye daxuyaniyek da.

Komîteya Pêywendiyên Koma Civakê Kurdistanê (KCK) di derbarê ew dîmen, senaryo û mikurhatinê ku dezgeha îstixbarata PDK’ê Parastin  ya li dijî rojnamevan û PKK’ê weşandiye daxuyaniyek da.

Daxuyanî wiha ye:

“JI RAYA GIŞTÎ YA GELÊ KURD RE

Roja 4’ê Adara 2021’an dezgeha Parastinê ya PDK’ê li ser navê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê raporek dîtbarî belavkiriye ku qaşo çend ‘tawanbar’ mikur hatine ku pêywendiya wan bi PKK’ê re hebûye û xwestine provakasyon bikin.

Ew dîmen rastî gelek bertekan hat û di yekemîn gav de piraniya sazî û rêxistinên girêdayî Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê fermîbûna wê rapora dîtbarî red kirin û ragihandin ku haya wan ji raporekî wiha nîne.

Her wiha parêzerên Behdînaniyên hatinî destgîrkirin jî di aliyê mafnasî û dadweriyê de bê bingehbûna wê îdîayê (îftra) eşkere kirin.

Em jî wê rapora dîtbarî û hemû ew îftirayên ku diavêjin stûyê tevgera me bi temamî red dikin û radigihînin ku ew nav û qeyda deng û tiştên din ku ji bo tawanbarkirina PKK hatiye bikaranîn çêkirî ne û ji rastiyê dûrin. Di vê baweriyê de ne ku ew azadîxwazanê ji ber fikir û ramanên azad û karê rojnamevaniyê ji aliyê Partiya Demokratî Kurdistan (PDK) ve weke dîl hatine girtin û hemû ew mikurhatinane di bin zextek bê exlaq ê dezgeha Parastinê de ji wan hatiye girtin û wijdana hişyar a gelê me tu carî bi wan senaryoyane bawer nake.

Dezgeha Parastinê ya PDK’ê berê bi rengekî fîzîkî rojnamevan teror dikir, niha weke berê nikare, lewma hewl dide terora kesayetî li ser wan pêkbîne. Lê ew hemû wê encamekê berevajî bi xwe re bîne û azadîxwazên dîlgirtî yên Behdînanê wê ji her demê zêdetir di nav dilê gel de cihê rêz û heskirinê ne.

Ew dîmenê mikurhatinê ku ji aliyê Parastinê (ya PDK) ve ji bo sûcbarkirina azadîxwazên Behdînanê hatin weşandin di bingeh de îsbata bêguneh bûna azadîxwazan e û di heman demê de bêçare mayîna PDK û Parastin ya li hemberî bilindbûna asta sempatî ya gelê Kurdistanê û piştevaniya nevdewletî ya ji bo azadîxwazan nîşan dide. Ew hemû deng û nivîsên ku di wê dîmenê de hatine bikaranîn senaryo ne û ti bingehekî xwe yê dadperwer, exlaqî û mirovî tineye.

Eger wek ya di dîmenê Parastinê (PDK) de hatiye û dibêje ku wênegirtina bi gerîlayan re sûc be, divê beriya her kesekê bi xwe ango serokê Partiya Demokratî Kurdistanê sûcbar bikin, ji ber ku ew ne tenê wêneyê wî heye belku dîmenê wî jî heye. Ev sûcbarkirine di heman demê de heqrete li hemû wan pêşmergeyên ku di dema şerê li dijî DAÎŞ’ê de mil bi milê gerîla şer kirinî û bi şanazî li gel gerîla wêne û selfî kêşandine.

Her wiha heqarete ji wan hevalên pêşmerge ku bi hevalên gerîla re di heman çeperê de şehîd bûne. Ev siyaseta PDK’ê di bingehê de planek yê Tikriyê ye ji bo têkdana nasnameya netewî û niştîmanî ya nivşên pêşerojê, ji ber ku gerîla nasnameya berxwedana netewa Kurd e û her Kurdekî niştîmanperwer û her mirovekî azadîxwaz şanazî pê dike.

Di rapora dîtbarî de gelek îftrayên bê bingeh arasteyê Tevgera Azadîxwaziya Kurdistanê jî hatiye kirin. Me çendîn car ragihandiye ku em bi ti awayî li dijî statûya Herêma Başûrê Kurdistanê nînin û me ev statû û gelê me jî di şert û mercên herî metirsîdar de parastiye û em ê ji vê pêdetir jî biparêzîn.

Metirsiya mezin a ji bo gelê Başûrê Kurdistanê û hemû Kurdistanê ew e ku siyaseta Partiya Demokrat a Kurdistanê ya rê dide dagirkeran û komkujiyên pêk tên jî rewa dike.

Tirkiye bi rêya Partiya Demokrat a Kurdistanê Başûrê Kurdistanê dagir kiriye. Aboriya vî welatî talan dike û hildiweşîne. Dîsa siyasetekî çandî serwer kiriye ku çand, civak û ferdên Kurd dirûxîne û qirdike. Niha jî serweriya dadweriyê radestê Tirkiyê dike û li ser daxwazê Tirkiyê rojnamevan û çalakvanên siyasî destgîr û digire.

Ev siyaseta ewlekarî, leşkerî, aborî û çandî ya niha li dijî gelê me li Başûrê Kurdistanê tê birêvebirin, Berdewamiya heman siyasete ku ji aliyê desthilata faşîst a AKP-MHP’ê ya li Bakurê Kurdistan û li Rojavayê Kurdistan li dijî siyasetmedar û çalakvanên Kurd tê kirin.

Ne tesadufiye ku roja dewleta Tirk operasyona dagirkirinê li ser Garê pêk anî, Mesrûr Barzanî çalakvanên Behdînanê weke sîxur pênase kir, heman rojê xayîn, noker û qesabê Şengal, Efrîn û Serêkaniyê (Nasir El Herîrî) li qesrên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li Hewlêrê bi dilgermî pêşwazî lê hat kirin. Dîsa li aliyê din dîmenên lixwemikûrhatinên heman çalakvanên siyasî ji aliyê Mesûr Barzanî ve hatin belavkirin.

Belavkirina wan dîmenan, nixûmandina hemû sûc û bêexlaqiyên ku Partiya Demokrat a Kurdistanê pêk tîne. Ji bo nixûmandina terorkirina rojnamevan, azadîxwaz û parlementerane. Dîsa nixûmandina hevdîtina li qel qesabê Efrîn, Serêkaniyê û Şengalê Nasir El Herîrî ya li qesir û navendên PDK’ê ku bi xalîçeyên sor hatine pêşwazîkirine. Heman demê ji bo nixûmandina binketina dîrokî ya Tirkiye ya li Garê û Heftanînê ye. Ji bo nixûmandina radestkirina siyasetmedarê Kurd Omer Bartan ya ji bo Tirkiye ye. Her wiha ji bo nixûmandina dizî, gendelî û siyaseta hejarkirina xelkê Başûrê Kurdistanê ye.

Em li vir bang li raya giştî, hemû hêz û aliyên siyasî û civakê dikin ku li hemberî binpêkirina maf û azadiyê, zindanîkirin û êşkencekirina azadîxwazan, berovajîkirina rastiyan û heqaretkirina li nirxên niştîmanî, bi erk û berpirsyariyên xwe yên demokratîk rabin.”