KCK: Çalakiya nobetê berxwedaneke girîng e

Derbarê salvegera 8’emîn a nobeta li Strasboûrgê KCK’ê daxuyanî da û got ku “Li Strasboûrgê 8 sal in gelê me tevlî vê çalakiyê bûne û piştgirî dane vê çalakiyê. Bi vê nobetê re azadiya Rêber Apo di rojevê de hiştine.”

Ji 28’ê Hezîrana 2012’an û vir ve li bajarê Strasboûrgê yê Fransayê çalakiya nobetê ya Azadî ji Ocalan re heye. Hevserokatiya Konseya Rêvebir a KCK’ê derbarê salvegera çalakiya noberê daxuyaniyek weşand.

Di daxuyaniya KCK’ê de ev tişt hatin diyarkirin:

“Nobeta Azadiyê ya ji bo Rêbertiya me 7 sal li pey xwe hiştiye. Ev çalakî di dîroka Kurdistanê de yek ji çalakiya herî demdirêj e. Em çalakgerên vê çalakiyê pîroz dikin û bawer dikin ku wê rojekê azadiya Rêber Apo pêk were. Em Mûnzûr Firat jî bi bîr tînin ê ku vê çalakiya li Strasboûrgê bi rêxistin kiriye.

Gelê me yê li Ewropayê tu carî hemberî êrîşên dewleta Tirk bêdeng nemaye û berpirsyariya xwe ya dîrokî pêk aniye. Di sala 1998’an de jî li hemberî komploya li ser Rêber Apo rabûne ser pêyan. Gelê me yê li Ewropayê her dem xwedî li Rêber Apo derketine û berpirsyariya xwe bi cih anîne.

Li Strasboûrgê di nava 8 salan de bi sed hezaran kesan piştgirî dane vê çalakiyê û azadiya Rêber Apo her dem di rojevê de hiştine. Ji ber vê jî çalakiya nobetê ya li Strasboûrgê bûye yek ji berxwedana girîng.

Ji bo şikandina tecrîda giran a li ser Rêber Apo û helwesta îdeolojîk û siyasî ya Rêber Apo, tevkariyeke mezin a Nobeta Azadiyê heye. Em bawer dikin ku wê nobeta azadiyê ji îro û şûnde jî azadiya Rêber Apo di rojevê de bihêle û bibe dengê kesên ku di vî warî de hewl didin. Vê çalakiya ku ne bi tenê di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de, di dîroka mirovayetiyê de jî yek ji çalakiya herî demdirêj e, em bawer in wê ji niha û şûnde jî rola xwe bi cih bîne. Em bang li hemû gel û dostên xwe dikin ku bila piştgiriyê bidin vê çalakiyê û heta ku Rêber Apo azad bibe, bila vê çalakiyê bidomînin.”