Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropayê (KCDK-E) bi wesîleya salvegera 24’emîn a Komploya 15'ê Sibatê daxuyaniyek weşand û bernameya çalakiyan parve kir. Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:
“Gelek welatên Ewropayê dibêjin ku ew alîgirê pêşxistina demokrasî, wekhevî, azadî û çareserkirina pirsgirêkan bi diyalogê ne. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan 25 sal berê ji bo têgînên azadî û wekheviyê ku nirxên bingehîn ên mirovahiyê ne di nava Kurdan de bide jiyîn û doza Kurdan bi rêya diyalogê çareser bike hat Ewropayê. Welatên Ewrûpayê destûr nedan ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li vir doza Kurdan bi diyalogê çareser bike û pê re jî welatên Ewropayê hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovayetiyê ji bo berjewendiyên siyasî yên qirêj kirin qurbanî.
Rêber Ocalan bi komployeke navneteweyî dîl tê girtin û ew birin zindana girava Îmraliyê ya Tirkiyeyê. Rêberê me 24 sal in li girava Îmraliyê di hucreya yek kesî de tê ragirtin, di bin tecrîdeke giran de ye û ji bo wî tu hiqûqên navneteweyî nayên pêkanîn.
Dewleta Tirk bi binpêkirina hemû prensîb û pîvanên gerdûnî û bi binpêkirina hemû qanûnên xwe pergala îşkenceya taybet a Îmraliyê afirand. Di vê sîstemê de tu maf û qanûn tune. Bi tevahî di çarçoveya dijminatiya dewletê ya li Kurdan û plana tasfiyeyê de Rêber Abdullah Ocalan bi tecrîda girankirî tê ragirtin. Ev 22 meh in tu agahî ji Rêber Apo nayê nastendin.
Hêrs û fikarên gelê Kurd ên li ser tenduristî û ewlekariya Rêber Abdullah Ocalan zêde bûne. Desthilatdariya AKP-MHP’ê ku tevî bêdengiya Konseya Ewropa, CPT, sazî û hêzên navneteweyî, ev tecrîd û pêkanînên xerab ên li Îmraliyê veguherand modelek ku li hemû girtîgehan û li ser civakê tê pêkanîn.
Bi milyonan Kurdan qebûl kirine Abdullah Ocalan Rêberê wan e. Çawa ku Mandela bû mifteya diyalog û çareseriya bi rûmet a pirsgirêka Afrîkaya Başûr, Abdullah Ocalan jî mifteya çareseriya demokratîk û aştiyane ya pirsgirêka Kurd a li Tirkiyeyê ye. Ev tişt ji hêla dewletê bi xwe ve tê qebûlkirin.
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nûnerê têkoşîna demokrasî û azadiyê ya gelê Kurd e. Berxwedana Rêber Abdullah Ocalan a li Îmraliyê, paradîgmaya ku pêş xistiye û îdeolojiya wî ya azadiya jinê li cîhanê belav bûye û bûye gerdûnî. Îro jin û gelên cîhanê bi dirûşma “Jin jiyan azadî” mafên xwe dixwazin. Sîstemek konfederal a demokratîk ava kir ku ne tenê Kurd, her wiha hemû pêkhateyên din ên etnîkî û olî yên li herêmê dijîn, dikarin bi awayekî azad tevlê bibin.
Hem ji bo çareseriya doza Kurdan û hem jî ji bo demokratîkbûna Tirkiye û Rojhilata Navîn û ji bo sekinandina şer divê Rêber Ocalan azad bibe û bikaribe vê rolê bilîze. Ji ber vê kampanyayên “Ji Abdullah Ocalan re Azadî” tên lidarxistin û siyasetmedar, parêzer, rojnameger, akademîsyen û sendîkayên navdar ên cîhanê tê de cih digirin, însiyatîfên xwe ava dikin û van xebatan bi rê ve dibin.
Em bang li CPT, Konseya Ewropa û NY’ê dikin ku ji bo dawî li pergala îşkenceya Îmraliyê bînin û bi lezgînî heyetekê bişînin.
Em bang li hemû saziyên navneteweyî, sendîka, partî, aktîvîst, demokrasî û mafên mirovan dikin ku ji bo rakirina tecrîdê û ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi awayekî aktîf beşdarî xebatên me yên ji bo azadiya Abdullah Ocalan bibin.”
ÇALAKIYÊN JI BO 15’Ê SIBATÊ
Di 6-11’ê Sibatê de bi pêşengiya enternasyonalîstan meşa dirêj a ji Cenevreyê heta Strasboûrgê bi
Cihê destpêkê: Place de Neuve
Saet: 09.30
Di 5-11 Sibatê de ciwanên Kurdistanê wê ji Heîlbronnê heta Strasboûrge bimeşin
Navnîşan: Heilbronn
Saeta destpêkirinê: 12:00
Li welat û eyaletan meşên dirêj ên ji bo 3 rojan
ALMANYA
FCDK- KAWA
Dîrok: 02.02.2023 (3 roj)
Navnîşan: Bockenheimer Warte, Frankfurt
Saet: 13:30
FED-MED NRW
Dîrok: 03.02.2023 (2 roj)
Navnîşan: Marktplatz, Bonn
Saet: 12:00
FED-DEM
Dîrok: 04.02.2023 (2 roj)
Cih: Kaufland Mettenhof Kiel,
Saet: 10:00
Hannover-Laatzen
Dîrok: 18.02.2023
Saet:10:00
Navnîşan: Leine-Center Laatzen (Erich-Panitz-Straße)
HOLLANDA
Dîrok: 4’ê Sibatê (2 roj)
Cih: Radarstraat, Den Haag
Saet: 1030
DANÎMARKA
Dîrok: ……
Cih: Pêşiya NCDK’a Herlevê
Saet: 10.00
QIBRIS
Dîrok: 15’ê Sibatê
Cih: Dali
Saet: 9.00
BELÇÎKA
Dîrok. Ji 8 heta 9’ê Sibatê (2 roj)
Cih: Place Luxsembûrg (Pêşiya Parlementoya Ewropaye) Bruksel
Saet: 12:00-16:00
AWÛSTRALYA
5’ê Sibatê
SYDNEY
Li cihên herî qelebalix ên Sydneyê wê bi al û pankartên Rêber Ocalan ferîbot were gerandin.
SYDNEY
Mîtînga 11ê Sibatê
Cih: Town Hall, saet 2-4
12’ê sibatê
Sydney / Awustralya
Di navbera saet 2 û 5'an de wê konvoy bigere
11’ê Sibatê
Mîtînga Melbourne-Australya
Cih: Victoria State Libray
Saet: 2-3
11’ê Sibatê
Cih: Melbourne-Australya
Saet: 7-9, Semîner
15ê Sibatê
Li ber Parlementoya Eyaleta NSW bi beşdariya gelek parlementeran wê protesto û daxuyaniya çapemeniyê bê lidarxistin.
FRANSA
Marsîlya
Dîrok: 10’ê Sibat 2022 (3 roj)
Cih: Pêşiya şaredariya Martig uesê
Saet: 10.00
AVÛSTURYA
Viyana
Dîrok: 10.02.2023 (2 Roj)
Cih: Argentinierstr 14
Saet: 12
SWÊD
Dîrok: 11-12’ê Sibatê
Stockholm
FÎNLANDİYA
Helsinki
Dîrok: 14-15’ê Sibatê (2 roj)
YEWNANISTAN
Dîrok: 14-15 Sibatê (2 roj)
Cih: Kampa Lavrio
KANADA
Toronto
Di 11’ê Sibatê de li navenda bajarê Torontoyê meş
Di 12’ê Sibatê de konvoy
Di 15’ê Sibatê de wê meş were lidarxistin
ÎNGILISTAN
Londra
Dîrok: 3’ê Sibatê 2023
Saet: 17.00
Navnîşan: Piccadilly Circus Station, W1), 9HS (Xeta Piccadilly)
MEŞÊN NAVENDÎ
Di 11’ê Sibatê de bi beşdariya Elmanya, Swîsre, Bakurê Fransa, Hollanda û Belçîkayê wê li Strasboûrgê; bi beşdariya Başûrê Fransayê li Marsîlyayê; li bajarên Swêd û Goteborgê, li Awûstûrya, Îtalya, Îngilistan, Yewnanistan, Qibris, Kanada, Awûstralya, Norwêc, Fînlandiya û Danîmarkayê jî wê meşên navendî bên lidarxistin.