KCDK-E’yê Îbrahîm Yildiz bi bîr anî

KCDK-E’yê Îbrahîm Yildiz ê ku di temenê xwe yê ciwan de ji ber nexweşiya penceşêrê li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da, bi bîr anî.

Îbrahîm Yildiz ê ku ji di nava Têkoşîna Azadiya Kurdistanê de xwedî kedeke mezin bû, di 37 saliya xwe de ji ber nexweşiya penceşêrê di 14’ê Adarê de li Elmanyayê jiyana xwe ji dest da.

KCDK-E’yê bi daxuyaniyeke nivîskî Îbrahîm Yildiz bi bîr anî. Di daxuyaniyê de ev yek hatin gotin: ‘’Îbrahîm, di nava malbateke ku ji Komkujiya Zîlanê ve ye bi çand û hişmendiya neteweyî ya Kurd têdikoşe, ji dayîk bû. Weke peyrewê dotmamên xwe Bêrîvan û Zîlanê ku di sala 1991’an de tevlî nava refên têkoşînê bûn, têkoşîn nas kiriye û bûye hevrêyên gelek xizmên xwe yên şehîd bûne. Hebûn Zozan, Ararat Serhat, xwişkên xwe Roza Serhat û Sara Star Serhat… Hem zarokatiya wan bi hev re derbas bûye û hem jî heya dawiyê bi hev re têkoşîyane.’’

Têkildarî şoreşgeriya Îbrahîm Yildiz jî ev yek hatin gotin: ‘’Hevrê Akîf ê ku di ciwantiya xwe de têkoşînê nas dike, piştî ku demeke dirêj di nava xebatên ciwantiyê de cihê xwe digire,  dadgehên dewleta Tirk derheqê wî de biryara girtinê dide û girêdayî vê yekê berê xwe dide Başûrê Kurdistanê. Piştî ku li wir jî bê navber xebatên xwe bi rê ve dibe, li gel pêvajoya Şoreşa Rojava, vê carê jî berê xwe dide Rojava û di pêvajoya avakirina şoreşê de li gelek qadan dixebite. Hevrê Akîf ê ku piştre xebatên xwe li Ewropayê didomîne û di ciwantiya xwe de bi nexweşiya penceşêrê dikeve, di temenê xwe yê ciwan de koça dawî kir. Bi kedên xwe yên li Bakur, Başûr û Rojava bû mînaka welatparêziya şoreşger.’’

KCDK-E’yê di dawiya daxuayniya xwe de got: ‘’Hevrê Akîf, dê di dilê gelê me de weke şoreşgerekî tim zindî bimîne. Weke KCDK-E’yê em soz didin ku em  ê biranînên hevrêyê xwe Akîf di nava têkoşîna xwe de zindî bigirin. Serê malbata wî û gelê Kurd sax bin.’’