KCDK-E wê êrîşên dagirker şermezar bike
KCDK-E wê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal, Qadên Parastinê yên Medyayê di serî de li Ewropayê li gelek welatên cîhanê şermezar bike.
KCDK-E wê êrîşên dagirker ên Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal, Qadên Parastinê yên Medyayê di serî de li Ewropayê li gelek welatên cîhanê şermezar bike.
KCDK-E ragihand ku ew ê li dijî êrîşên dagrikeriya qirker ên dewleta Tirk ên li ser Mexmûr, Şengal, Qadên Parastinê yên Medyayê di serî de li Ewropayê, li gelek welatên cîhanê çalakiyên şermezariyê organîze bike.
KCDK-E'yê banga tevlêbûna li çalakiyan kir û got, ''Em KCDK-E di serî de gel, ciwan, ciwanên Kurdistanê bang li Elewî, Êzîdî, demokrat, Xiristiyan, demokrat, şoreşger, pêşverû dikin, bi peywirkee netewî û mirovî li dijî polîtîkayên dagirkerî û qirkirin3e yên AKP-MHP'ê bi dirûşmeya ''Dem dema azadiyê ye'' tevlî çalak û bernameyên li jêrê bibin û berxwedanê geş bikin.''
KCDK-E têkilî çalakiyên ku wê bibin ev agahî da:
-12'ê Hezîranê li tevahî Ewropayê,l li Kanada, li Awûstralyayê li welata, eyalet û bajaran meş û mîtîng wê were kirin.
-13'ê Hezîranê ji ber ku Recep Tayyîp Erdogan wê tevlî civîna NATO'yê bibe çalakî wê were organîzekirin.
-14'ê Hezîranê li Ewropa, Awûstralya û Kanadayê li hemû bajaran wê çalakî were kirin.
-26'ê Hezîranê ji ber sedema ku salvegera çalakiya nobetê 'Ji Ocalan re azadî' ya li Strasboûrgê ye wê meş û mîtîngek were kirin.
Di navbeyna 26'ê Hezîranê û 3'yê Tîrmehê de bi tevlêbûna Hevserok û nûnerên pêkhateyan û dostan wê çalakiya nobetê were kirin.
4'ê Tîrmehê bi asta cîhanî li dijî faşîzma AKP-MHP'ê, li dijî dagirkeriya wan wê çalakî werin kirin:''