KCDK-E: Wê Erdogan nikaribe xwe ji hilweşandinê rizgar bike

KCDK-E’yê sala nû pîroz kir û diyar kir ku berxwedana li hemberî êrîşan jî zêde bûye.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bi wesîleya sala nû îro peyamek weşand.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate diyarkirin:

“Dewleta faşîst û qirker a AKP’ê hemû metodên qirêj bi kar anî û konsepta şer berê li Îmraliyê li ser Rêber Apo pêk anî. Hedefa dewleta Tirk a dagirker ev bû ku tecrîdê kûr bike, bi êrîşên li dijî Bakurê Kurdistanê, Tirkiye, Rojava, Başûrê Kurdistanê û Şengalê re qirkirinê bidomîne.

BERXWEDAN DERKET ASTA HERÎ BILIND

Li hemberî vê êrîşa dewleta Tirk a faşîst, li Kurdistan û Ewropayê bi tevlêbûna bi hezaran kesan grevên birçîbûnê û pêngaveke berxwedanê hatin destpêkirin. Di sala 2019’an de tecrîd hate pûçkirin û li cîhanê jî berxwedan derkete asta herî bilind. Li hemberî dagirkeriya di 9’ê Cotmehê de piştgirî û hevgirtina ji bo berxwedana Rojava jî zêde bû. Di deman de boykotkirina malên Tirkiyeyê jî veguherî bîreke neteweyî.

Tifaqa faşîst a AKP û MHP’ê li hemberî berxwedanê, hêza wê kêm bûye. Wê tu tişt nikaribe Erdogan û vê tifaqa faşîst ji vê hilweşandinê rizgar bike.

Di serî de ya gelê berxwedêr ê Rojava, em sala nû ya hemû gelê Kurdistanê û têkoşerên azadî û wekheviyê yên cîhanê pîroz dikin.”