KCDK-E'yê vîna li Dusseldorfê derket holê silav kir

KCDK-E’yê got, “Em spasiya gelê xwe, dostên xwe, şoreşger, demokrat, parêzvanên mafên mirovan, jin, zarok, ciwan û kal û pîrên ku ji gelek welatên Ewropayê hatin Dusseldorfê û biryardariya xwe anîn ziman û îradeya xwedîderketinê nîşan dan.”

Hevserokatiya Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên Ewropa (KCDK-E) bi peyamekê nîşandayîna îradeya li dijî dagirkerî û xiyanetê ku di meşa 25’ê Hezîranê ya li Dusseldorfê ku bi deh hezaran Kurdistanî û dostên wan ên ji gelek welatên Ewropayê beşdar bûn de derket holê silav kir.

Di peyama hevserokatiyê de ev tişt hatin gotin:

“Ji bo meş û mîtînga mezin a Dusseldorfê ya bi pêşengiya TJK-E (Tevgera Jinên Kurd a Ewropa) û KCDK-E’yê bi deh hezaran seferber bûn.

Di meşa bi heybet a bi beşdariya 50 hezar kesî de jin, zarok, kal, ciwan, enternasyonalîst, dost, sendîkavan, hunermend, şoreşger û demokrat bi coşeke mezin qad tijekirin.

Di meşa ku têde êrîşên kîmyewî yên dewleta Tirk hatin protestokirin de, hunermendên Kurd jî bi stranên xwe coş bilind kirin, stranên berxwedanê gotin.

Êrîşên dagirkeriyê û qetlîamên dewleta Tirk a qirker bi pankartên cuda yên ji aliyê deh hezaran ve hatin hilgirtin hatin şermezarkirin. Bêdengiya hêzên navneteweyî hate protestokirin û xwedî li gerîlayên ku berxwedaneke mezin nîşan didin hat derketin.

Bi deh hezaran kes heta qada mîtîngê bi kîlometreyan meşiyan û di tevahiya meşê de dirûşmeyên li dijî faşîzm û îxanetê berz kirin.

EV BÛ BERSIVEK ŞÊNBER LI DIJÎ QIRKIRINA KURDAN

Bi deh hezaran dirûşmeya “Em Kurdistanê li hemberî kîmyabaranên ku endamê NATO'yê Tirkiye bi kar tîne biparêzin, bi têkoşîna azadiya Kurd re di nava piştevaniyê de bin" berzkirin.

Meş û mîtînga ku gelên çar parçeyên Kurdistanê tê de bûn yek, bi beşdariya parêzvanên mafên mirovan, kesayetên naskirî, sendîkavan, partiyên siyasî, tevgerên jinan, enternasyonalîst û gelek rêxistinên cuda bû bersiveke zelal li hemberî qirkirina gelê Kurd.

Di meşa ku wêneyên Rêberê Gelan Abdullah Ocalan hatin hilgirtin de bi deh hezaran kesî dirûşmeya “Terorîst Erdogan” berz kirin. Nûnerê sendîkaya Îngilistanê Somon Dûbbîns ê ku beşdarî meşê bû û kampanyaya ji bo Rêberê Gelan Abdullah Ocalan bi rê ve birin, dubare anî ziman ku ew ê mil bi mil bi gelê Kurd re têkoşîna xwe bidomînin.

Meşa ku bi coş û îradeyek mezin berdewam kir, bi mîtîngekê ku stran hatin gotin, dîlan hatin gerandin û peyam û axaftinên tijî berxwedan hatin pêşkêşkirin, bi dawî bû.

Weke KCDK-E em spasiya gelê xwe, dostên xwe, şoreşger, demokrat, parêzvanên mafên mirovan, jin, zarok, ciwan û kal û pîran dikin ku di 25’ê Hezîranê de ji gelek welatên Ewropayê hatin Dusseldorfê û biryardariya xwe anîn ziman û îradeya xwedîderketinê nîşan dan.”