KCDK-E: Vîna gelê Kurd bi ser ket

KCDK-E bal kişand ser hilbijartinên xwecihî û got: "Polîtîkayên qirkirinê hilweşiyan, vîna gelê Kurd bi ser ket."

Kongreya Civaka Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) têkildarî hilbijartinên xwecihî de daxuyanî da. KCDK-E’yê daxuyand ku polîtîkayên qirkirin, zext û şer ên ku zêdeyî 22 sal in dewam dikin, hilweşiyan û wiha got: “Gelê Kurd rola xwe lîst, hem li erdnîgariya Kurdistanê û hem jî li Tirkiyeyê nîşan da ku hêza diyarker a li dijî dîktatoriyê ne.”       

Di daxuyaniyê de ev tişt hatin destnîşankirin: "Tevî hemû zext û destwerdanên beriya hilbijartinê û di roja hilbijartinê de, Kurdistan îradeya xwe ji bo DEM Partiyê nîşan da.

Tifaqa faşîst a AKP-MHP'ê bi vîna gelê Kurd têk çû û winda kir. Gelên Kurdistan û Tirkiyeyê ku paşeroja wan bi belengazî, birçîbûn, bêkarî û xizaniyê hat dizîn, ji vê rejîmê re gotiye 'Edî Bes e'.

Serhildanên ciwan, zarok, extiyar, xizan ên ku paşeroja wan hat dizîn û jinên hatin qetilkirin di sindoqên wan de derketin holê. AKP-MHP’ê ya li dijî Kurdan a ku sonda qirkirina gelê Kurd daye û ji bo vê yekê pêk bîne her cure amûrên şer bi kar anî, hilweşiya.

Pêngava 'Ji Abdullah Ocalan re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî' ku di 10'ê Cotmeha 2023'an de dest pê kir û bi pêlan li hemû cîhanê belav bû, bi Newroza 2024'an re gihîşt lûtkeyê. Pêngava ku hem li Kurdistan û hem jî li Ewropayê li raya giştî belav bûye, bûye îradeya bi milyonan.

GELÊ KURD LI DORA RÊBER APO BÛ YEK

Serketina hilbijartinên xwecihî yên 2024’an rasterast bi qonaxa gelparêz a pêngavê ve girêdayî ye. Gelê Kurd ku bi vî ruhî û kelecaniya xwe li dora Rêber Apo bû yek, bi îtifaqa bajaran a li metropolên Tirkiyeyê, bi berfirehkirina serkeftina li Kurdistanê, nîşan da ku hêza sereke ye. Bi taybetî jî CHP’ê nîşanî her kesî da ku bêyî vê hêza mezin şensê tu siyasetê nîne ku bi pêş bikeve. Niha jî pêngava azadiya Rêber Apo bûye gel û bi milyonan kes di şeva 31’ê Adarê de li qadan dirûşmên ‘Bijî Serok Apo’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin.”