KCDK-E têkildarî Newrozê daxuyaniyek nû da

KCDK-E ji ber vîrûsa Covîd-19 a veguherî Pendamiyê ragihand ku ew guncav nabînin ku çalakiyên girseyî bikin û biryarên nû girtine. KCDK-E anî ziman ku wê meşên bi meşale û pîrozbahiyên biçûk lidar bixin.

Piştî li tevahî cîhanê li dijî Covîd-19 a her diçe bi lez belavî cîhanê dibe û şûnde Hevserokatiya Kongreya Civaka Kurd a Demokratîk ên Ewropa (KCDK-E) jî têkildarî pilansaziyên Newrozê daxuyaniyek nû da.

KCDK-E ragihand ku ew çalakiyên girseyî ku bandorên nerênî li tenduristiya mirovan bike erênî nabînin û got: “biryarên nû hatine girtin.”

KCDK-E bi domdarî got: “Amadekariyên cejna Newrozê ya netewî ku îsal li ser bingehê yekîtiyê bê kirin, di serî de li Elmanya û hemû welatan temam bûne.

Di demekê de ku pilansaziyên Newroza 2020’ê li ser bingehê berxwedanê bê pîrozkirin, ji ber şewba vîrûsê ku li gelemperiya cîhanê bandora xwe kiriye û her diçe belav dibe, li gelek welatan ji ber tedbîran pîrozbahiyên Newrozê neçar mane ku bên betalkirin.

Çalakiyên girseyî ku bandorên nerênî li tenduristiya mirovan bike erênî nabînin. Li ser vî bingehî li gortî mercên nheyî biryarên nû hatine girtin. Ji ber şewba vîrûsa Korona wezareta tenduristiyê ji bo çalakiyên navendî û girseyî hişyarî da û li hemû welatan hatin betalkirin. Wê li şûna çalakiyên girseyî wê li ser bingehê pîrozbahiyên biçûk, biryarên nû hatin girtin.

20’ê Adarê wê meşa meşaleyî û 21’ê Adarê jî pîrozbahiyên biçûk bên kirin.”