KCDK-E: Qetilkirina gelê sivîl nayê qebûlkirin

KCDK-E: Li ber çavê cîhanê bombe kirin kampeke ya di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de û qetilkirina sivîlan nayê qebûlkirin.

KCDK-E a têkildarî êrîşa dewleta Tirk a li ser Wargeha Penaberan a Mexmûrê daxuyaniyek nivîskî da got: “Gelê Mexmûr ê zêdetirî 9 mehe in di bin ambargoya hikûmeta Başûrê Kurdistanê de ye, divê bi lezgîn ji aliyê saziyên navneteweyî ve bê parastin. Ji bo pêşiya qetilkirina sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk ve bê girtin, divê destûrên navneteweyî bikevin dewreyê.”

KCDK-E bal kişand ku di vê dema ku mirovahî hemû di rojên zor û zehmet re derbas dibin dewleta Tirk Kurdan dike hedef û qetil dike. KCDK-E bibîr xist ku di demekê de cîhan tev li dijî koronayê têdikoşe dewleta Tirk li dijî Mexmûrê êrîşeke hewayî pêk anî û sê jinên ku dema ji vegera cihên pez lê dihatin çêrandin divegeriyan qetil kirin.

KCDK-E diyar kir ku di demekê de di serî de Neteweyên Yekbûyî (NY) û gelek sazî di pêvajoya wiha de banga rawestandina şer dike, dewleta Tirk a qirker guh nade vê û dijminahiya xwe ya li dijî Kurdan didomîne.

KCDK-E bi domdarî got: “Kampa Mexmûr xwedî nifûsek 12 hezar ji jin, zorok, kalemêr ên di bin çavêdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) de ye. Li ber çavê cîhanê bombe kirin kampeke ya di bin parastina Neteweyên Yekbûyî de û qetilkirina sivîlan rewşeke nayê qebûlkirin. Em Hikûmeta Başûr, hêzên navneteweyî û NY yên li hember vê qetlîamê bêdeng dimînin, çavê xwe ji vê re digirin û nabin xwedî helwest şemezar dikin, banga bikevin tevgerê dikin.

Gelê Mexmûr ê zêdetirî 9 mehe in di bin ambargoya hikûmeta Başûrê Kurdistanê de ye, divê bi lezgîn ji aliyê saziyên navneteweyî ve bê parastin. Ji bo pêşiya qetilkirina sivîlan a ji aliyê dewleta Tirk ve bê girtin, divê destûrên navneteweyî bikevin dewreyê.

Ev êrîş ne li ser erêkirina hikûmeta Başûr û hikûmeta navendî ya Iraqê be ne mimkûne bê kirin. Ji ber vê yekê hikûmeta Başûr û hikûmeta navendî ya Iraqê şiyar dikin, dev ji nêzîkatiyên ku qetilkirina Kurdan erê dikin berdin.

Li gel ambargoya hikûmeta Başûrê Kurdistan, dîsa şewba koronayê û li dijî êrîşa nemerd a dewleta Tirk a sivîlan qetil dike, di serî de bang li NY, hêzên navneteweyî û saziyan dikin ku bikevin tevgerê. Carekî din bang li hikûmeta Başûr dikiin, nebin hevkarên êrîşên qirker ên dewleta Tirk ên li ser gelê Kurd, dawî li ambargoya bi kêrî dewleta Tirk tê bînin.

Em KCDK-E bang li hemû gelê xwe, dost û hêzên demokratîk dikin li dijî êrîşên dewleta Tirk a li ser Mexmûrê piştevaniyê mezin bikin, her cihê lê bi rêbazên kêrhatî protesto bikin û xwedî li Mexmûrê derkevin.”