KCDK-E li dijî êrîşên li Garê banga daketina qadan kir
KCDK-E diyar kir ku êrîşên li Garê êrîşên qirker û îxanetê ne, banga daketina qadan li gel kir.
KCDK-E diyar kir ku êrîşên li Garê êrîşên qirker û îxanetê ne, banga daketina qadan li gel kir.
Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê bal kişand ser êrîşên dagirkeriya Tirk a li bi hevkariya PDK’ê ya li herêma Garê û got: “ Ev êrîş dagirker-qirker a artêşa Tirk a dagirker a artêşa NATO’yê ye, di serî de êrîşa DYE û hêzên navnetewî ye.
Dewleta Tirk a dagirker a xeyalên dagirkirin û qirkirina hemû parçeyên Kurdistanê heye, dixwaze di serî de tevgera azadiya Kurd tesfiye bike. Dewleta Tirk dixwaze têkoşîna azadiyê û demokrasiyê ya bi maf a gelê Kurd bi xwîn û qirkirinê serkut bike. Ji bo vê dest bi şerê îmhayê kiriye.
Di serî de daxwaz ji YE, DYE, NATO û hemû hêzên navneteweyî dikin ku nebin hevkarê vê qirkirin û bi lezgînî ji bo bicihanîna peywira xwe ya navneteweyî hemû pêkanîna bixin dewreyê.
Bang dikin ku dawî li tecrîda li ser Rêber Apo bînein ku yekane temînata diyalog û çareseriyê ye.
Bang li gelê xwe û dostên wê dikin ku li dijî êrîşên xiyanet-hevkar a PDK û Tirkiye ya dagirker dakevin qadan û çalakiyên protestoyî lidar bixin.”