Dîwana Hevserokatiya KCDK-E ya daxuyaniyek nivîskî da got: “Artêşa Tirk îro li navçeya Til Rifat raste rast sivîl kirin hedef û bombe li wan barandin. Di bomberdûmanê de 10 kes ku ji wan 8 zarok ên temenên wan navbera 3-15’ê şehîd bûn.
Artêşa Tirk a dagirker ku li ber çavê hemû hêzên navneteweyî qetlîaman dikirin, bi taybet sivîlan dikin hedef û qetlîaman dikin.
Bomberdûmana ku ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve hate kirin, tê wateya pêkanîna qirkirina dewleta Tirk a qirker û çeteyên wê ya li ser gelê Kurd e. Bang li gelê xwe dikin ku li dijî van qetlîamên li ser sivîlan ku hêzên qirker û qatil ku sivîlan dikin hedef, bi hesyar bin û li dijî van êrîşên nemerd li her cihê lê ne sibe saet 17:00’an dakevin kolanan, rûyê dewleta Tirk a hov tehîşîr bike. Dîsa bang li raya giştî ya cîhanê dikin kul i dijî van qetlîam û rewşên wiha bibin xwedî helwest.
Em KCDK-E bang li hemû gelê xwe û hemû aliyên hestyar dikin ku sibe saet 17:00’ê li her cihê lêne dakevin kolanan.”