KCDK-E: Ji bo serketina Dogûş û Demîrcî bi ser bikevin divê kar bikin

KCDK-E: Em destekê didin namzetên Kurd Îbrahîm Dogûş û Feryel Demîrcî yên ku wê li Brîtanyayê 12’ê Kanûnê bikevin hilbijartinê ku biçin Parlmentoya Brîtanyayê, weke parlementerên gelê xwe û gelan in dibînin. Didin diyarkirin ku li gel wan in.

KCDK-E ya daxuyaniyek nivîskî da ragihand ku di hilbijartina giştî ya li Brîtanyayê de du parlementerên Kurd hene û destekê didin wan. KCKD- E got: “12’ê Kanûnê ji bo hilbijartina giştî ya Îngîltereyê ji bo gelê Kurd û dostên wan namzetê parlementeriyê siyasetmerdarê Kurd Îbrahîm Dogûş ji Partiya Karkeran dibe namzet.

Siyasetmedarê Kurd Îbrahîm Dogûş ê salek e serokatiya  Şaredariya Lambert a Londonê dike, ji Partiya Karker ji herêma West Bromwîch East a hilbijatinê dibe namazetê parlementeriyê.

Namzetê parlementeriyê yê Kurd û dostê gelê Kurd Îbrahîm Dogûş destek dikin, di xebatên hilbijartinê de em ê aktif kar bikin. Xebatên em ji bo Îbrahîm Dogûş bikin wê di hilbijartina parlementeriyê de sûdeke mezin nîşan bide.

Îbrahîm Dogûş ji bo xebatên hilbijartinê yên li herêma West Bromwîch zend û bend hildaye. Divê em Kurdistanî, rewşenbîr, demokrat û hemû dost ên li herêma West Bromwîchê dijîn bikevin nava seferberiyê.

Di wê baweriyê de ne ku wê Îbrahîm Dogûş û dîsa ji herêma Enfîeld Northê Feryal Demîrcî ji bo gelê Kurd û dostên wan xebatên baş bikin, di wê baweriyê de ne ku bibin dengê gel.

Em KCDK-E destekê didin namzetên Kurd Îbrahîm Dogûş û Feryel Demîrcî yên ku wê li Brîtanyayê 12’ê Kanûnê bikevin hilbijartinê ku biçin Parlmentoya Brîtanyayê weke parlementerên gelê xwe û gelan in. Didin diyarkirin ku li gel wan in.