KCDK-E: Ji bo Ocalan em derkevin qadan

KCDK-E'yê got,''Li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û şertên jiyana wî em bang li gelê xwe dikin û rabe ser piyan.''

Dîwana Hevseroktiyê ya KCDK-E'yê derbarê şewata li Girava Imraliyê daxuyanî da.
Di daxuyaniyê de hate gotin şewata li girava Imraliyê ya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan lê girtiye fikareke mezin bi gelê Kurd re çêkiriye û hate gotin, ''Derbarê jiyana Rêber Apo fikarên me yên mezin hene, di serî de Konseya Ewropayê û CPT em bang li saziyên navnetewî dikin ku tevbigerin.
'EM LI DORA RÊBER APO BIBIN XELEK'
Em KCDK-E bang li gelê me yên li Ewropayê, bang li şoreşger,demokrat û rewşenbîran dikin bi rengekî çalak helwesta xwe nîşan bidin, ji bo ku hişyariyê bidin saziyên navnetewî derkevin kuçeyan.
Bi berxwedana xwe em li dora Rêber Apo bibin xelek, ji bo azadiya Wî em rabin ser piyan û dakevin qadan.''