KCDK-E ji bo Fuat Sarikaya peyama sersaxiyê da
KCDK-E ji bo Fuat Sarikaya yê ku jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê da.
KCDK-E ji bo Fuat Sarikaya yê ku jiyana xwe ji dest da, peyama sersaxiyê da.
Dîwana Hevseroktiya KCDK-Eyê li ser wefata birayê yek ji çalakgerê greva birçîbûnê ya Strasboûrgê Mustafa Sarikaya peyama sersaxiyê da.
Di peyamê de ya ji bo birayê Sarikaya ku li Riha Bîrecûkê bi nexweşiyekê çûyî ser dilovaniya xwe hate gotin, ''Fuat Sarikaya û malbata wî ku di têkoşîna azadiyê de xwedî kedeke mezin in, di vê rêyê de fedariyeke mezin kirine û berdêlên mezin dane. Kesayatiya Fuat Sarikaya ku bavê şehîdan e, bi xwedîderketina li têkoşînê û bi fedekariya xwe karakterekî mînak bû.
Fuat Sarikaya di têkoşîna me de tim wê bijî.
Em KCDK-E sersaxiyê didine Mustafa Sarikaya û malbatê.''