KCDK-E: Ji bo bîranîna her sê şoreşgeran em tevlî meşa li Parîsê bibin

KCDK-E'yê ji bo meşa bîranîn û edaletê ya 11'ê Çileyê ya li Parîsê ku wê ji bo sê jin ên şoreşger ên Kurd bê kirin banga tevlîbûnê kir.

Dîwana Hevserokatiyê ya KCDK-E'yê bi wesîleya salvegera Komkuiya Parîsê daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku di ser qetilkirina 3 jinên Kurd ên şoreşger Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez 6 sal derbas bûn û hate gotin, "Di şexsê têkoşîna jinên Kurd de bi vê komkujiyê re êriş li têkoşîna azadiyê ya Kurdan hatiye kirin. Ev yek nîşaneya berbiçav a hêrsa dewleta Tirk a li dijî Kurdan e. Erdogan bi xwe fermana vê komkujiyê daye. Armanc ew bû ku kadroyên damezrîner ên PKK'ê bên tasfiyekirin."

'BÛN SEMBOLA JINAN HEMÛYAN'

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku komkujiya Parîsê ku li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û têkoşîna azadiyê ya jinan hate kirin, bêçaretiya dewleta Tirk a qirker nîşan da û hate gotin, "Bi vê komkujiyê re yên ku ji wan hebû ku wê têkoşîna azadiyê ya jinan rawestînin xwe xapandin. Sê jinên Kurd ên şoreşger di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bûn sembol, veguherîn nirxê moralê. Sara, Rojbîn û Ronahî îro ne tenê pêşengên têkoşîna jinên Kurd in, di heman demê de sê jin ên şoreşger in ku bûne sembol û tevgerên jinan ên li tevahiya cîhanê xwedî li wan derdikevin."

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ne dîrok ne jî mirovahî wê nehêlin ku ev komkujî bê nixumandin û hate gotin, "Ji bo pêkhatina hesreta azadiyê ya Sakîne, Leyla û Fîdanan, ji bo ronîkirina rastiyê û darizandina kujeran em ê têkoşîna xwe bi biryardarî dewam bikin."

KCDK-E'yê bi bîr xist ku wê ji bo sê jin ên şoreşger ên Kurd di 11'ê Çileya 2020'î de li Parîsê bin û diyar kir, "Sara, Rojbîn û Ronahî ji bo têkoşîna azadiyê ya jinan şehîd bûn. Şopdarên wan bi sed hezaran mezin dibin û seferber dibin.

Bi navê KCDK-E'yê em bang li Kurdistaniyan, şoreşger, demokrat û alîgirên azadiya jinê dikin ku di 11'ê Çileyê de li Parîsê beşdarî meşa edalet û bîranîna sê jin ên şoreşger bibin."