Dîwana Hevserokatiya KCDK-E li ser rewşa giran a Yuksek Koç daxuyanî da û got: “Her kêlî dibe agahiya mirinê bê, rabin ser lingan.”
Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin:
“Berxwedana li ser bingehê pêngava bi dirûşma ‘Tecrîdê bişkînin, faşîzmê hilweşînin’ hatiye destpêkirin di roja 86’an de bi biryardarî dewam dike. Greva bi pêşengtiya Hevseroka KCD’ê Leyla Guven hatî destpêkirin bi dorê ve li zindanan, Hewlêr, Strasboûrg, Galler, Kanada, Mexmûr û hemû derê cîhanê li dijî tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin bi biryardariyeke ya serketina mezin didome. Di rewşa heyî de gelek berxwedêr li ber rîska mirinê ne. Gelek berxwedêr êdî nikarin vexwartekan jî bigirin. Îro ji ber rewşa giran a Hevserokê KCDk-E Yuksel Koç rakirin nexweşxaneyê.
Di qonaxa niha de serî de Leyla Guven, Nasir Yagiz rewşa berxwedêrên girtîgehan, Strasboûrg û Gallerê di rewşek xirab de ye. Di aliyê coş û berxwedanê de bi biryarin lê her diçe bedena wan dihele û nêzî sînorê mirinê dibin, erka me ya bingehîn xwedî derketina berxwedêran, ruhê berxwedanê bigihînin hemû kolan û qadên jiyanê. Rizgarkirina jiyana hevserokê me Yuksel Koç, rewşa kritîk a Leyla Guven re xwedî li berxwedana birûmet a wan derbikevin.
Em bang li gelê me û dostan dikin; dibe her kêliyek em nûçeyên mirinê bigrin. Beriya ku nûçeyekî wiha were girtin sibê heta şev, şev heta sibê 24 saet an li ser piyan bin û jiyana rêhevalên xwe rizgar bikin. Lê jiyana wan bi şikandina tecrîdê re girêdayî ye. Ew dibêjin; ‘Heta ku tecrîd bi dawî nebe bedel çi dibe bila bibe em amadene bidin’. Ji bo wê ji bo ku em jiyana wan rizgar bikin û tecrîdê bişkênin her kes beşdarî pêvajoya têkoşînê ya bêdawî bibin. Divê hemû kes bikevin pêvajoyê. Hevserokê me Yuksel Koç dema radikin nexweşxaneyê dibeje ; ‘Min dibin nexweşxaeyê lê ez tedawiyê qebûl nakin. Heta ku tecrîda li ser Serok Apo ne rabe wê çalkiya me bidome û weke her hevalek amademe bedel bidim.’ Erka me pêkanîna vê peyam ê ye û mildayîna vê berxwedanê ye.”