KCDK-E êrîşa nîjatperest a li Hanaû şermezar kir

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê êrîşa nîjatperest a li bajarê Hanaû ya Elmanyayê şermezar kir û bang li welatên Ewropayê kir ku ewlekariyên bi bandor bigirin.

KCDK-E’yê têkildarî êrîşa nîjatperest a li Hanaûyê daxuyaniyek nivîskî da û destnîşan kir ku piranî kesên di vê qetlîamê de jiyana xwe ji dest dane kesên ji ber zext, êrîş û krîzên aborî ji Tirkiyeyê koçberî Elmanyayê bûne.

KCDK-E’yê diyar kir ku êrîşên mîna vê beriya niha li bajarê Kassel û Tûrgen ên Elmanyayê ji aliyê partiyên nîjatperest ve bi awayê êrîş û şewitandin pêk hatibûn. KCDK-E bibîr xist ku beriya niha bi deh rojan li bajarê Hanaû 10 êrîşên nîjatperest pêk hatibûn.

KCDK-E’yê di dewama daxuyaniya xwe de ev got: “Polîtîkayên dijminahiya koçberan a bi zanabûn ji aliyê partiyên nîjatperest ve tên sorkirin di serî de li Elmanya dîsa gelek welatên Ewropayê li dijî van rêxistinên sûc ti ewlekariyek nayê girtin, heta gelek caran bi şopandina polîtîkayên wan, dikeve rewşa teşwîqkirinê jî.

Bi lez û bez xwedîderketina dewleta Tirk a li kesên hatine qetilkirin lîstikeke. Li pişt vê hewldan a dewleta Tirk a Tirkiye û Kurdistan bi zextên faşîst veguherandiye cehenemê, nixûmandina nûjatperestiya xwe bi xwe ye. Bi qasî hikûmeta Elmanya dewleta Tirk jî ji vê qetlîamê berpirs e. Ji ber vê yekê propagandayên dewleta Tirk a li ser kesên hatine qetilkirin û birîndarkirin şermezar dikin. Em divêjin destê xwe yên qirêj li ser gelê me bikişînin.

Em KCDK-E di gelek daxuyaniyên xwe de ev yek di serî de me ji bo Ewropa û hikûmeta Elman ragihandibû ku di mijara polîtîka û tedbîrên pêwîst de rexne kiribû û hişyarî jî dabûn.

Em KCKD-E yên ku ev êrîş kirî û derfet ji bo wan dayî avakirin lenet dikin. Di serî de bagn li Kurdistanî û hemû hêzên şoreşger, demokrat, rewşenbîr û gelên Ewropî dikin ku 22’yê Çileyê roja Şemiyê tevlî meşên ku wê li gelek navendên Ewropayê bêkirin bi awayekî aktîv cihê xwe têde bigirin.”