KCDK-E: Em dakevin qadan û xwedî li Rêber Apo derkevin

KCDK-E, bal kişand ser sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê û wiha got, “Em bang li her kesî dikin ku bi ruhê sefereberiyê dakevin qadan û xwedî li Rêber Apo derkevin.”

KCDK-E’yê daxuyaniyeke nivîskî weşand û ev tişt gotin, “Em sîstema tecrîdê û êşkenceyê ya ku ev 26 sal in bê navber li Îmraliyê tê pêk anîn, napejirînin. Em bang li gelê xwe dikin ku li her derê xwedî li Rêber Apo derkev in.”

‘BI TI AWAYÎ AGAHÎ JI ÎMRALIYÊ NAYÊ GIRTIN’

Di berfirehiya daxuyaniyê de ev tişt hatin gotin:

“Rêber Apo ev 26 sal in di nava sîstema tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê de tê ragirtin. Destûr nayê dayîn malbat û parêzer bi ti awayî hevdîtinê bikin. Ev çar sal in jî qet agahî nayê girtin. Têkiliyên wî bi derve re bi temamî hatiye birîn û derbarê tendirustî û jiyana wî de ti agahî nayên wergirtin. Têkiliya Rêber Apo bi cihana derve re bi temamî qut bûye. Serlêdanên malbat û parêzeran bê bersiv tên hiştin û cezayên hatine birîn weke hincet tên nîşandan. Ev hincetên cezayê ku bi awayekî sistematîk ji sala 2021-2024’an de tên nîşandan, gelek car bi awayekî 3 meh cezayên disiplînê hatiye dayîn.

Careke din herî dawî li gorî agahiyên ku parêzerên wî dane, di 3’ê Gulanê de biryara qedexeya hevdîtina parêzeran a 6 mehan a nû hatiye dayîn. Bi vî awayî di nava 8 salên dawî de herî kêm 13 caran bi awayekî 6 mehan qedexeya hevdîtina parêzeran li Rêber Apo hate birîn.

Bi mîlyonan mirov Rêber Apo wekî nûnerê xwe yê siyasî yê rewa dibîne. Rêber Apo ev 38 meh in li girtîgeha girava Îmraliyê ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve di nava şert û mercên herî giran de tê girtin. Bi vê tecrîda dijmirovî re destûr nayê dayîn ku Rêber Apo di serî de parêzer û malbata xwe bi cîhana derve re têkilî deyne. Gelê Kurd û mirovahî nikare agahî ji Rêber Apo bigire û tê xwestin ku me hînê vê rewşê bikin.

Îmralî girava êşkencê ya navneteweyî girtîgeheke îzolasyon û tecrîdeke mutleq e. Rêber Apo ku niha 75 salî ye, 26 sal in di bin navê tecrîdê de rastî êşkenceyên hovane tê. Ji ber ku ev 38 meh in derbarê tenduristiya wî de agahî nayên dayîn, rewşa tenduristiya Rêber Apo ya fîzîkî di kîjan astê de ye, nayê zayîn.

‘SEBRA GELÊ KURD NEMAYE’

Gumanên gelê Kurd di asta herî jor de ne û sebra wan nemaye. Bi mîlyonan mirov dixwazin ev sîstema êşkence û tecrîdê bi dawî bibe. CPT’yê ku tevlikariya vê nezelaliyê dike, bêdeng e. Mafê CPT’yê heye ku Tirkiye jî di nav de li hemû girtîgehên welatên alîgirê hevpeymanê, bigere. Ev maf dihêle ku CPT’yê şandeya xwe ya pispor bişîne Îmraliyê. Em ji CPT’yê daxwaz dikin ku bêyî hincet bê nîşandan biçe Îmraliyê û derbarê rewşa Rêber Apo de demildest agahî bide.

Dîsa em daxwaz dikin ku Konseya Ewropayê demildest gavan bavêje. Divê mafê mirovan û sûd ji azadiya bingehîn wergirtin' ku di xala 3'yemîn a qanûna KE'yê de cih digire, bê bi cih anîn. Rêber Apo ji hemû mafên mirovan bêpar hatiye hiştin. Ne malbat û ne jî parêzerên wî ev 38 meh in nikarin hevdîtinê bikin. Divê KE’yê şandeyek bişîne Îmraliyê û bi Rêber Apo re hevdîtinê bike û derbarê rewşa wî ya tenduristiyê de agahiyên zelal bigire.

Pêwîste CPT’yê û Konseya Ewropayê dev ji vê helwesta xwe ya bêdengiyê ya ku xizmeta qirkirina Kurdan dike berdin û guh bidin dengê bi mîlyonan Kurdan.

‘EM BI RUHÊ SEFERBERIYÊ XWEDÎ DERKEVIN’

Em dizanin ku komploya li dijî Rêber Apo navneteweyî ye. Hêzên navneteweyî ji destpêkê ve ev sîstema tecrîd û îzolasyonê plan kirin û pêk anîn. Bi helwestên xwe ji bo berdewamkirina sîstema Îmraliyê tevkariyê dikin. Şerê qirkirinê yê dewleta Tirk a li dijî gelê Kurd dimeşîne, xizmeta berjewendiya hêzên navneteweyî dike. Ji bo ku Tirkiyeyê di polîtîkayên berjewendiyên xwe yên Rojhilata Navîn de bikar bînin, gelê Kurd feda dikin.

Weke KCDK-E em bang li her kesî dikin ku li dijî sûcên li dijî mirovahiyê û cezayên dîsîplînê yên li Îmraliyê tên pêkanîn, bi ruhê seferberiyê dakevin qadan û xwedî li Rêber Apo derkev in.”