KCDK-E: Em 17’ê Sibatê li Kolnê bersiveke xurt bidin hêzên komploger
KCDK-E’yê diyar kir ku divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ xurttir bibe û got: “Em 17’ê Sibatê li Kolnê bi ruhê seferberiyê bersiveke xurt bidin hêzên komploger.”
KCDK-E’yê diyar kir ku divê pêngava ‘Ji Abdullah Ocalan re azadî’ xurttir bibe û got: “Em 17’ê Sibatê li Kolnê bi ruhê seferberiyê bersiveke xurt bidin hêzên komploger.”
Kongreya Civakên Demokratîk a Kurdistaniyên li Ewropa (KCDK-E) daxuyaniyek nivîskî da û got: “Em li hemberî tecrîd, êşkence û bêdadiya ku ev 25 sal in dewam dike, di 17'ê Sibatê de li Kolnê seferber bibin. Tirkiye Kurdistan û Rojhilata Navîn di qonaxeke krîtîk re derbas dibe. Li aliyekî qetlîam û hewildana dagirkeriya Dewleta Tirk, li aliyekî jî tecrîta giran a li ser Rêber Apo, êrîşa dagirkeriyê ya li hemberî gelê Kurdistanê zêdetir dibe.”
Di daxuyaniyê de ev tişt jî hatin gotin:
“Rêber Apo 25 berê 25 salan ji bo çareserkirina pirsgirêka Kurd hate Ewropayê. Welatên Ewropayê ku xwe wekî parastvanên nirxên demokratîk dibînîn, ne xwestin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Ewropayê bimîne. Bi vê helwesta xwe jî hiqûqa navneteweyî û nirxên mirovahiyê ji bo berjewendiyên xwe yên qirêj ên siyasî binpê kirin.
Rêber Apo 25 sal berê bi komployeke navnetewî hate revandin û wî anîn girava îmraliyê ya li Tirkiyeyê. Rêbertiya me 25 sal in li Îmraliyê di hucreyeke yek kesî de di bin tecrîteke giran de tê girtin. Li hemberî Rêber Apo hemû pîvanên hiqûqa navnetewî hatine binpêkirin û sîstemeke êşkenceyê tê meşandin.
Dewleta Tirk li girava Îmraliyê hemû pîvan û nirxên gerdûnî binpê kiriye û bi daxwaza ku dengê Rêber Apo neyê bihîstîn li Îmraliyê sîstema êşkenceyê pêş xistiye. Di vê sîstemê de ti maf û dadwerî jî tuneye.
Bi yek dengî dijminahiya gelê Kurd dikin û ji ber vê jî Rêber Apo di bin tecrîd û îzolasyonekê de tê hiştin. Ev 3 sal in bi ti awayî agahî jê nayê girtin.
Berpisrên vê zext û tecrîta li hemberî Rêber Apo Konseya Ewropa û CPT ne. Di derbarê rewşa tenduristî û ewlehiya Rêber Apo de hêrs û fikara gelê Kurd jî zêde bûye.
Hikûmeta faşîst a AKP MHP ji bêdengiya Konseya Ewropa, CPT û saziyên navnetewî cesaretê digire, tecrîd û pêkanînên xirab ên li girava Îmraliyê li ser hemû civak û girtîgehê belav dike.
Dewleta Tirk vê pêkanînê jî bes nabîne, êrîşî gelê Kurdistanê dike û her wiha çekên kîmyewî jî bikar tîne.
Bı milyonan Kurd Rêber Apo wekî Rêberê xwe qebûl dikin. Her çawa ku Mandela li Başûrê Efrîkayê hêza çareseriyeke bı rûmet bû, Abdullah Ocalan jî li Tirkiyeyê hêza çareseriya pirsgirêka Kurd e. Her wiha Nûnerê têkoşîna demokrasî û azadiya gelê Kurd e.
Tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin bi erêkirina CPT, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî tê meşandin.
Em bang li CPT, Konseya Ewropa û Neteweyên Yekbûyî dikin ku dawî li bêdengiya xwe bînîn û ji bo dawîanîna sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê heyetekê bişînin giravê.
Em enternasyonalîstên ku ji bo meşa mezin a Ewropayê ya ji bo 17'ê Sibatê seferberî dan destpêkirin û ji Cenevreyê heta Strasbourgê meşiyan, her wiha meşa ku li Elmanyayê ji aliyê ciwanan ve hate destpêkirin û meşa 25 rojan a ji Fransayê hate destpêkirin, silav dikin.
Em kampanya navnetewî ya ku di 10'ê Cotmehê 2023’yan de bi dirûşmeya ‘Ji Rêber Apo re azadî, ji pirsgirêka Kurd re çareserî" hate destpêkirin xurt bikin û Komploya 15'ê Sibatê pûç bikin
Em wekî KCDK-E bang li tevahî gelê xwe, dost, demokrat, şoreşger, rewşenbîr, jin, zarok, ciwan û kesên bi temen dikin ku tevlî meşa mezin a li Kolnê bibin ku wê di 17'ê Sibatê de pêk were. Bi ruhê seferberiyê em bersiveke xurt bidin hêzên komploger.
Meşa mezin a Kolnê ya 17'ê Sibatê xwedî girîngiyeke dîrokî ye. Divê vê meşê de em bibin yek deng û têkoşîna xwe ya li hemberî sîstema êşkenceyê ya li Îmraliyê bilindtir bikin.”