KCDK-E: Divê her kes bi zimanê dayika xwe biaxive

KCDK-E’yê bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek nivîskî da û got: “Li dijî polîtîkayên pişavftin û qirkirinê divê her Kurdek bi zimanê xwe yê dayikê biaxive.”

Kongreya Civakên Demokratîk ên Kurdistaniyên li Ewropayê (KCDK-E) bi boneya 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê daxuyaniyek nivîskî. KCDK-E’yê anî ziman ku divê li dijî polîtîkayên pişaftin, asîmlasyon û qirkirinê her Kurdek bi zimanê xwe yê dayikê biaxive.

KCDK-E’yê da zanîn ku armanca sereke ya hêzên ku dixwazin Kurdan di qirkirinê re derbas bikin, ew e ku Kurd bi zimanê xwe yê dayikê neaxivin û got: “Li çar aliyên Kurdistanê li dijî zimanê Kurdî polîtîkayên pişaftin û înkarê tên meşandin. Li dijî polîtîkayên pişaftin û asîmlasiyonê her Kurdek bi zimanê Kurdî bixwîne û binvîse. Zimanê Kurdî zimenek dewlemende û divê ji civakên li Ewropayê dijîn re bê vegotin û ragihandin.”

KCDK-E’ê bilêv kir ku ziman taybetmendiya herî bingehîn a netew û gelan e û wiha got: “Zimanê mafê herî bingehîn û rewa yê mirov, netewe û gel e. Ziman hebûna civakan e. Di heman demê de ziman hêmana sereke ya zindîkirina neteweyan, hilberîn, afirandin, huner, çand û di wêjeyê de amûra sereke ye.

Di dîrokê de dagirkeran bi qetlîamên fîzîkî û qirkirina hewl daye, bi bişaftinê encam bigre. Bi polîtîkayên pişaftinê tê xwestin ku civakek ji holê bê rakirin. Li dijî hemû polîtîkayên pişaftinê divê em zimanê xwe biparêzin û pêş bixin.

Bi vê boneyê divê her kes bi taybetî navendên civakî û sazî bi zimanê xwe yê dayikê biaxive.

Li ser vê bingehê em weke KCDK-E, 21’ê Sibatê Roja Zimanê Dayikê pîroz dikin, hemû kesên ji bo ziman û perwerdehiya Kurdî dixebitin bi rêzdarî silav dikin û serketinê dixwazin.”