KCDK-E: Cîhan bi tenduristiyê û AKP jî bi xespkirinê ve mijûl e!

KCDK-E ya ku xespkirina qeyûman şermezar kir, bang li gel kir ku xwedî li vîna xwe derkeve.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E, têkildarî xespkirina şaredariyên HDP’ê ya ji aliyê rejîma AKP’ê ya bi destê qeyûman ve daxuyaniyek nivîskî da.

KCDK-E ev got: “Di demekê de ku mirovahî bi penceşêra şewba koronayê re mijûl e, dewleta Tirk jî bê ku navber bide qirkirina Kurdan, êrîşên qirkirinê didomîne.

Şaredariya Êlihê ya ku ji roja yekem a şewba Koronayê re bi tedbîrên ku girtî bal her kesê kişandiye xebatan bi rê ve dibe. Ji bo fikirandina tenduristiya gel ji bo demek kin fatûrayên avê hatibûn taloqkirin.

Di demekê de ku vîrûsa Korona ku jiyana bi milyona xistiye xeteriyê Faşîst Erdogan ê ku ti tedbîrek negirtî û weke çareserî jî derewên ku tên zanîn mirovahiyê mijûl dike, êrîşkariya li ser gelê Kurd bê ku bi de rawestandin dewam dike.

Dewleta Tirk a li beramberî vê vîrûsa ku gelê Tirkiyeyê rû bi rû bûye di refê de maye, di nava bê çareseriyê de maye, dema mijar dibe Kurd jî bê ku dudiliyê bijî jehra xwe ya qirkirinê li ser dike. Li şûna bi milyaran ji bo tenduristî û pêwîstiyên civakî yên gel bi kar bîne, ji bo şer dimezixîne û civakê ber bi karesatekê ve dehf dide û bê parastin dihêle.

‘JI VÎRÛSÊ HÊ XETERNAKTIRE’

Dewleta Tirk û şefê qirker ê wê Erdogan ji vîrûsa Korona xetertir e. Ji koronayê fersendê digire û ji bo gelê Kurd bi fetisîne êrîş dike. Dem demê em vê hişmendfiya faşîzan tehşîr bikin û hem li hundir û hem li derve li hemû cîhanê re ragihînin û hemû derfetên xwe ji bo vê seferber bikin.

 ‘BI LEZGÎN EM PIŞTEVANIYÊ BIKIN’

Li ser vê bingehî divê gelê Êlihî Farqîn, Lice, Erxanî û Gêl dîsa hemû gelê Kurd xwedî li vîna xwe derbikeve. Divê xwedî li şaredariyên hatine xespkirin xwedî bê derketin, ji bo girtiyên siyasî bên azadkirtin bi lezgîn piştevanî bê kirin.

Em KCDK-E di serî de bang li hemû gelê xwe, demokrat û şoreşgeran dikin li dijî darbeya qeyûman li gorî derfetên xwe li her derê û malê xwedî li vîna xwe şaredarî derbikevin û çalakiyan xurt bikin.