KCDK-E: Berxwedana mezin serfiraziya mezin anî

KCDK-E’yê diyar kir ku bi berxwedana girseyî ya serdemê li hemberî tecrîd û faşîzmê serkeftin hatiye bidestxistin û got ku “Ji bo hilweşandina faşîzmê, divê em têkoşînê bi biryardarî bidomînin.”

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê derbarê banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û bidawîkirina rojiyên mirinê û grevên birçîbûnê îro daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniya KCDK-E’yê de ev tişt hate diyarkirin.

“Di 8’ê Mijdara 2018’an de Lelya Guven ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dest bi greva birçîbûnê kiribû. Piştî çalakiya Leyla Guven li Hewlêr, Mexmûr, Strasboûrg, Parîs, Îngîltere, Hollanda, Elmanya, Kanada, Swîsre û girtîgehan jî grevên birçîbûnê hatibûn destpêkirin.

Berxwedana greva birçîbûnê û rojiya mirinê bi ser ket. Rêber Apo yê ku di 8 salên dawîn de nikaribûye bi parêzerên xwe re bicive, bi saya berxwedanê re hevdîtin pêk hatiye. Dayikên laçikspî daketin kolanan û vê xeleqa tirsê ya faşîzmê şikandin.

Ji roja destpêkirina grevên birçîbûnê gelê me yên li Ewropayê jî daketin qadan û bi sedan çalakiyan bûne dengê berxwedêrên greva birçîbûnê.

Li hemberî vê têkoşîna geş rejîma faşîzm neçar maye ku bi paş ve gavan biavêje. Umît Acar, Zulkuf Gezen, Ayten, Medya, Zehre, Ûgûr, Yonca Akici, Siraç Yuksel jî wê bi çalakiyên xwe yên fedaî wê her dem di têkoşîna me de bijîn.

Ji bo hilweşandina faşîzmê, em ê têkoşîna xwe bi gavên xurt bidomînin.”