KCDK-E banga xwedîderketina li çalakiya Londonê kir

Kongreya Civaka Demokratîk a Ewropayê (KCDK-E) banga xwedîderketinê li çalakiya li paytexta Yekîtiya Qiralyetê ya Londonê kirin.

KCDK-E, bal kişand ser çalakiya bêîtîhatiya sivîl a ji bo şikandina tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Londonê hatiye destpêkirin, bang li Kurdên li Yekîtiya Qiralyetê kirin ku xwedî li çalakiyê derkevin.

Di daxuyaniyê de ev tişt hate gotin: “Çalakvanên ku roja 24’ê Nîsanê ketin avahiya qenalên Îngilîz a ITV, INT û Channel 4’ê, çalakiyeke demokratîk kirin.

Çalakiya ku bêdengiya saziyên navneteweyî, Konseya Ewropa, CPT, Parlementoya Ewropa û çapemeniya neteweyî ya Îngilîz şermezar kir didome. Çalakvan bi biryarin heta ku li gel rêveberan necivin wê studyoyan neterikînin.

Tevî êrîşên provake yên dewleta Tirk çalakî bi biryardarî didome.

Serdanên girseyî ya ji bo çalakiya greva birçîbûnê ya ku 24’ê Nîsanê li navenda Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Londonê destpêkir didome. Daxwaza hatibû kirin ku Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî li ser grevên birçîbûnê daxuyaniyek bide.

Li derveyî avahiyê jî çalakiyên protestoyê didomin. Bang li hemû gelê xwe û dostên xwe dikin ji bo banga hestyariyê ya ji bo çalakvanên di grevan de ne, desteê bidin çalakiyên girseyî yên demokratîk.”