KCDK-E banga tevlîbûna çalakiyên 1’ê Gulanê kirin

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê ji bo 1’ê Gulanê Roja Cejna Karker û Kedkaran banga bûna yek û xurtkirina têkoşîna berxwedan û demokrasiyê kir.

Dîwana Hevserokatiya KCDK-E’yê di daxuyaniya xwe ya nivîskî de ev got: “Em di demeke de ne ku ji her demê zêdetir pêwîstiya têkoşîna hevpar a têkoşîna kedê û azadiyê heye re derbas dibin.

KCDK-E’yê ev got: “Pirsgirêkên mirovahiyê bûne yek, ji her demê bêhtir pêwîstiya tevgera kedê, yên azadî û aştiyê dixwazin, bi têkoşîneke hevpar û bûna yek a têkoşîneke demokrasiyê ya global a li dijî hêzên navneteweyî bike ye. Dem dema mezinkirina têkoşîneke hevpar a li dijî mêtingerî, şer û zextan e.

Di serî de faşîzma AKP-MHP’ê û dîktatoriya Erdogan a li serê mirovahiyê bûye bela li pêşiya tevgerên demokrasî, wekhevî û kedê yên li Rojhilata Navîn û Tirkiyeyê bûye astegiyên herî mezin.

Hêviya me ew e ku 1’ê Gulanê ruhê têkoşîn û yekîtiyê li dijî mêtingeriya modernîteya kapitalîs û sîstema qirker bibe wesîleya yekîtiya demokrasiyê ya ji bo hemû gelan, jinan û yên tên cudakirin. Divê em li dijî faşîzma AKP-MHP’ê têkoşînek hevpar bikin û dakevin qadan û li dijî modernîteya kapitalîst bibin yek dil. Li her cihên lê bibin yek û li dijî tecrîdê û faşîzmê berxwedana azadiyê bilind bikin.

Di 1’ê Gulanê de bang li gelê xwe yên welatparêz, şoreşger, demokrat, rewşenbîr, hemû beşên muxalîf  dikin ku têkoşîna azadî û demokrasiyê bilind bikin.”