KCDK-E: Êrîşa li dijî Diyar Xerîb, li dijî yekîtiya netewî hate kirin

Dîwana Hevserokatiya KCKD-E êrîşa li dijî endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet)) ku di êrîşê de şehîd bûbû, şermezar kir û got; “Ev êrîşa elçaxî ya bi rêya sîxûr û hevkaran pêk hat êrîşeke li dijî yekîtina netewî ya gelê Kurd e.”

Di êrîşa hewayî ya 5'ê Tîrmehê ya  dewleta Tirk a dagirker a li Qendîlê de, endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb (Helmet) û gerîla Devran û Şahîn şehîd bûn.

KCDK-E daxuyaniyek nivîskî da û got; “Şehadeta siyasetmedarê Kurd Helmet (Diyar Xerîb) windahiyek mezin e. Birêzdarî û bi minettdarî egîdê Başûrê Kurdistanê bibîrtînîn.”

KCKD-E’yê diyar kir ku hêvî û xwestekên kujerên vê êrîşê wê di qirika wan de bimîne û got; “Têkoşîna azadiyê ya bi rûmet a gelên Kurdistanê wê li ser bingehê girêdanbûna bi bîranînên şehîdan re wê bidome.”

Di dewama daxuyaniyê de ev tişt hate gotin; “Siyasetemedarê Başûrê Kurdistanê Xelmet ku tevahiya jiyanê de dilê wî bi yekîtiya netewî lê dida di her kêliya jiyana xwe de hesreta xwe ya ji bo Kurdistanekî azad diyar kiriye. Ev êrîş êrîşeke li dijî yekîtiya netewî ye. Ev êrîşa bi elçaxî ya bi rêya sîxûr û hevkarên wên hatî kirin li dijî yekîtiya gelê Kurd e. Bi vê êrîşê re tevgera azadiya Kurd û gelê Kurd hatiye hedef kirin. Ev komkujiya ku di şexsê Diyar Xerîb de pêk hatiye êrîşeke li dijî fikrên Rêber Apo ye.

Em KCDK-E êrîşa bi elçaxî ya li dijî Diyar Xerîb şermezar dikin û bang li gelê me yê welatparêz û dostan dikin ku li dijî vê hovitiya dijî mirovahiyê dengê xwe bilindtir bikin.

Em bang li hemû gelê xwe yê li cîhanê dikin ku li dijî komkujî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker rabin ser pêyan, êrîşên Tirkiyeyê şermezar bikin û xwedî li şehîdên sembla azadiyê derbikevin.”