KCÊ-E: Bersiva fermanan, naskirina xweseriya Şengalê ye!
KCÊ-E’yê bi wesîleya salvegera 9’emîn a Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û bang li her kesê kir ku li her qadê beşdarî çalakiyên ku ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxê tên lidarxistin, bibin.
KCÊ-E’yê bi wesîleya salvegera 9’emîn a Komkujiya Şengalê daxuyaniyek da û bang li her kesê kir ku li her qadê beşdarî çalakiyên ku ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxê tên lidarxistin, bibin.
Koordînasyona Civaka Êzidî ya Ewropayê (KCÊ-E) bi wesîleya salvegera 9’emîn a Komkujiya Şengalê daxuyaniyek nivîskî da.
Daxuyaniya KCÊ-E’yê wiha ye:
“Di serî de li ser navê sazî û pêkhateyên Civaka Êzdiya yên derveyî welat em qirkirina 3’ê Tebaxa 2014'an a li Şengalê pêk hatî bi tundî şermezar dikin. Her wiha, di 9’emîn salvegera Fermana Şengalê de, em hemû cangoriyên fermana 3’ê Tebaxê bi rêzdarî bi bîr tînin. Li ser fermana Şengalê re 9 sal derbas bûn û hîna jî Şengal birîndar e û birînên wê ne hatine dermankirin. Bi hezaran mirovên bê guneh, dayik, keç û zarok aqubeta wan hêjî ne diyar e. Şengal di bin dorpêçeke giran de ye û ambargoya ji aliyê PDK’ê ve bi salane hatiye destpêkirin, berdewam e. Êrîşên dewleta Tirk yê dagirkeriyê û qirkirinê bi ṣêwazên cûda bê navber didomin û li dijî vê siyasetê ne ji aliyê hikumeta Iraqê ve û ne ji di warê navneteweyî de hêzeke ku bertek nîşan bide tune ye. Her çiqas çeteyên dijî mirovahiyê DAÎŞ bi fîzîkî lewaz bû jî, lê ji bo zindikirina DAÎŞ’ê û çeteyên hov bi navê cûda li dijî gelên herêmê bi kar bîne, dewleta Tirk hemû derfetên xwe seferber kiriye. Desthilatdariya faşîst a AKP-MHP’ê ji vê rewşa aloz û ji bêdengiya saziyên navneteweyî sud werdigire û her roj bombeyan li civaka Êzidî û gelê herêmê dibarîne. Armanc ew e ku bi hezara kesên ji xaka xwe dûrketine û li welatê xwe bûne penaber, hêviyên wan bişkîne û yê vegeriyane Şengalê jî di nava wan de tirs û xofê bi pêş bixîne. Lê tevî hemû êrîş û astengiyan jî, civaka me yê li kampê başur dimînin, ref bi ref vedigerin ser xaka pîroz Şengalê.
Di encama têkoşîna 9 salan de, tevî ku siyaseta qirkirinê û koçberiyê, di bin navê peymana 9’ê Cotmehê de ku derveyî îradeya civaka Êzidî li Ṣengalê hatibû amade kirin, ji aliyê hêzên desthilatdar ve tê ferz kirin. Lê bersiva civaka me jî li Êzidxana pîroz bi pêşengtiya jina Êzidî û ciwanan pergala jiyaneke nû tê afirandin. Civaka Êzidiyan li gorî pêwîstiya di warê siyasî, leşkerî, aborî, civakî, rêveberiya xwecihî û hwd de xwe bi rêxistin dike û bi biryardarî ji bo parastina nirxên olî û çandî li hemberî hemû astengiya li ber xwe dide. Lê ji bo ku civaka Êzidî bi karibe di nava aramiyê de bijî û Şengal ji nû ve were avakirin, divê beriya her tiştî êrîşên dewleta Tirk werin rawestandin û qada hewayî bê girtin. Di warê navneteweyî de statuya Şengalê were naskirin û fermana Şengalê her çiqas ji aliyê gelek dewletan ve wek Jenosîd hatibe qebulkirin jî, lê pêwiste ji aliyê Neteweyên Yekbûyî ve fermî were naskirin û hin gavên ber bi çav bêne avêtin. Her wiha, di serî de hikumeta navendî û ya herêmê eger bixwazin bi civaka Êzidiyan re li hev werin û xwe ji rû reṣiya fermana 3’ê Tebaxê azad bikin, divê beriya her kesê statuya Ṣengalê nas bikin û ji bo avakirina Ṣengalê erkên xwe binîn cih. Her wiha ji bo darizandina çeteyên DAÎŞ’ê pêwîste dadgeheke navneteweyî were avakirin û divê ne tenê weke sûcên ji rêzê bêne darizandin, ji ber sûcê kiryarên li dijî mirovahiyê bêne darizandin. Her weha ji bo kesên aqûbeta wan ne diyar û bi taybetî keç, jin û zarokên li Kampa Holê di destê DAÎŞ’ê de ne, ku ne wêrin li nasnameya xwe xwedî derkevin, ji bo rizgarkirina wan kesan, banga me ji bo rayadarên Rojava heye ku hîn zêdetir bi hişyarî li ser vê mijarê rawestin. Dîsa, ji her kesî bêhtir civaka Êzidî jin, ciwan, rewṣenbir, hûnermend û hemû beṣên civakê, li kuderê dibe bila bibe, divê ji bo parastin û xweseriya Şengalê bi xebite û lê xwedî derkeve. Em jî weke sazî û pêkhateyên civaka Êzidî li qada Ewropayê erkê me yê sereke ew e ku em hemû derfetê xwe ji bo naskirin, parastin û avakirina Êzidxanê bi kar bînin. Li ser vî esasî, em weke sazî û pêkhateyên civaka Êzidî piştgirî didin bangawaziya SMJÊ (Siwana Meclîsa Jinên Êzidî). Em bang li civaka Êzidî, saziyên civaka Êzidî, gelê Kurd û dostên civaka xwe dikin, ku ji bo salvegera fermana 3’ê Tebaxê li gelek navendên Ewropa û bi taybetî li Elmanya çalakiyê têne lidarxistin, bi hemû hêza xwe tevlî bibin.”