Kampên havînê yên Tevgerên Ciwanan bi dawî bûn

Kampên havînê ku her sal ji aliyê Tevgerên Ciwanan ên li Ewropayê ve têne lidarxistin, bi dawî bûn.

Kampên havînê ku Tevgera Ciwanên Şoreşger (TCŞ) û Tevgera Jin ên Ciwan ên Têkoşer (TÊKO-JIN) ve her sal tên lidarxistin bi dawî bûn.

Kampên havînê yên ciwanan her sal bi beşdariya gelek ciwanan tên lidarxistin.

Li gel jiyana hevpar a ciwanan her wiha semîner li ser dîroka Kurdistanê û rastiya Kurd tê dayin.

Li kampan aktîvîteyên sportîf û civakî jî tên kirin.