JXK: Li dijî bikaranîna çekên kîmyewî tavilê bikevin tevgerê

Aktivîstên JXK li bajarê Wûpertal a Elmanyayê li ber derê kargeha BAYER a hilberandina dermanan çalakiyek kirin.

Li bajarê Wûpertal a Elmanyayê aktivîstên Jinên Xwendekarên Kurdistanê (JXK) di çarçoveya pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ li ber kargeha BAYER di saetên şevê de çalakiyek kirin.

Jinên ciwan dosyayek li ser çalakiya xwe dan rayedarên kargehê.

Ciwanan diyar kir ku di bikaranîna çekên kîmyewî ya li Kurdistanê de wek karhge destek tê dayînê û divê êdî dev ji vê hevkariyê berdin.

Çalakî bi qasî saetekê dom kir û li ser navê JXK’ê jî daxuyaniyek hate dayîn û ev hate gotin: “Divê sûcên şer ên dewleta TC dike bên kifşkirin û ji bo bûyerên li Kurdistanê rû didin tavilê bikevin tevgerê. Di demê pêşiya xwe de hemû kargeh û navendên madeyên kîmyewî bikar tînin kifş bikin.”