JXK’ê li Zanîngeha Hannoverê grevên birçîbûnê vegot

Yekîtiya Xwendekarên Jin ên Kurdistanê li Zanîngeha Hannoverê di waneyê de balkişand li ser tecrîd û grevên birçîbûnê. JXK’ê banga avakirina raya giştî li xwendekarên Elman jî kir.

Yekîtiya Xwendekarên Jin ên Kurdistanê (JXK) li fakulteya siyaset a Zanîngeha Hannoverê ya Elmanyayê di waneyê de çalakiya bêîtaetiya sivîl lidar xist. Xwendekaran têkildarî tecrîda girankirî ya li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û greva birçîbûnê ya Leyla Guven agahî da û banga avakirian raya giştî li xwendekarên Elman kir.

‘DIVÊ RAYA GIŞTÎ AVA BIBE’

Jinên ciwan bi panketa “Kurd di greva birçîbûnê de ne’ ku wêneyên Leyla Guven jî li ser bû ketin waneyê û têkildarî çalakiyê agahî dan. Jinên ciwan balkişandin li ser greva birçîbûnê ya Leyla Guven ku di roja 72’an de ye û tecrîda giran a li ser Ocalan û wiha gotin; “Raya giştî ya Ewropa li dijî van çalakiyan û tecrîdê bê deng maye û di vir de jî çapemeniya Ewropa rolekî mezin dileyze.” Jinên ciwan bang li xwendekarên Elman kirin ku raya giştî ava bikin. Jinên ciwan dema ku çalakiya xwe bi dawî kirin xwendekarên li waneyê bi çepikan pêşwazî kirin.

‘RAYA GIŞTÎ YA EWROPA BÊ AGAHÎ TÊ HIŞTIN’

Di dema çalakiyê de ev daxuyanî hate dayîn;

“Leyal Guven ji 7’ê Mijdarê ve di greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de ye. Leyla Guven siyasetmedareke Kurd e û parlamentera HDP’ê ye. Ji bo bidawîkirina tecrîda girankirî ya li ser Abdullah Ocalan ketiye greva birçîbûnê ya bêdawî-bêdorveger de. Daxwaza we ew e ku tecrîda giran a ku 2 sal e didome bidawî bibe. Bi çalakiya Guven re li girtîgehên Tirkiyeyê zêdetirî 100 girtî dest bi çalakiyê kirin. Tevî vê li Ewropayê hema bêje tu çapemeniyê ev grevên birçîbûnê yên bêdawî nekirin nûçe. Hema bêje tu agahiyek ya raya giştî ya Ewropa ji grevên birçîbûnê nîne. Ji bo prtotestokirina vê bêdengiyê, li Elmanya heta niha gelek xebatên komkirina îmzeyan, kampanyayên maîl, meş û mîtîn hatin kirin. Heta duh li Bîelefeldê li televîzyona WDR çalakiya bêîteatiya sivîl hate kirin.

Em daxwaz ji we xwendekarên ku bi siyasetê ve mijûl dikin ku raya giştî ava bikin. Grevên birçîbûnê yên bêdawî yên li Tirkiyeyê ji bo nirxên demokratîk û piştevaniya ji bo Kurdan e.”