Nûçeya Lezgîn: PKK'ê kongreya xwe ya 12'emîn bi serketî pêk anî

Jinên li Fransayê: Li dijî her cure tundiya li ser jinan em li qadan in

Tevgerên jinan ên li Fransayê ji bo bangewaziya çalakiyên 25’ê Mijdarê li paytext Parîsê civîneke çapemeniyê li dar xistin. Jinan bi yek dengî gotin, “Li dijî her cure tundiya li ser jinan em li qadan in.“

Tevgerên jinan ên li Fransayê bi mehan e amadekariya çalakiyên 25'ê Mijdarê Roja Hevgirtin û Têkoşîna Li Dijî Tundiya li Ser Jinê dikin dê roja Şemiyê li çar aliyê welêt bên cem hev.

Komîteya amadekar a çalakiyê ku ji rêxistinên jinan ên Fransa, Tevgera Jinên Kurd-TJK-F, Federasyona Jinên Îrana Demokratîk û 98 rêxistinên jinan pêk tê, îro li avahiya Weqfa Jinan a Parîsê ji bo bangawaziya çalakiyan hatin cem hev. Civîn, li avahiya Weqfa Jinan pêk hat. Di civîna çapemeniyê de ku gelek saziyên jinan jî amade bûn, careke din bang li hikûmetê kirin ku hemû qanûnên tundiyê rewa dikin bên betalkirin û rêze guhertinên qanûnî bên kirin.

LI DIJÎ HER CURÊ TUNDIYÊ TÊKOŞÎNA HEVPAR

Koordînasyona Jinan a Neteweyî ya Fransayê, Konfederasyona Sendîkaya Kar a Giştî ya Fransayê CGT, Solidaires, UNSA, FSU, Jinên Wekhevî, Komeleya Malbatên Mexdûran, Tevgera Jinên Kurd a Fransa, Federasyona Jinên Îrana Demokratîk, Weqfa Jinan, Sendîkaya Kedkarên Tenduristiyê, Komeleya Dijî Îstîsmara Zarokan, Sendîkaya Hîndekaran, gelek rêxistinên jinan û nûnerên sendîkayan beşdarî civînê bûn û axivîn. Piştî xêzkirina wêneyê li ser tundiya li herêmên wan tê jiyîn, banga tevlîbûna herî xurt li jinan kirin.

Her wiha di civîna çapemeniyê de banga lidarxistina çalakiyên protestoyî yên navneteweyî hat kirin ku jinên Kurd, Îranî, Afganî, Kolombiyayî, Filistînî û Îsraîlî beşdar bibin.

JÎNA ÎLHAMÊ DIDE

Tevgerên jinan beriya salekê pirsgirêkên bi milyonan jinên rojane rû bi rû dimînin ên wekî îstîsmara zayendî, îşkence, sirgûn, zindan, kuştinên dewletê, êrîşên çekên kîmyewî, zewacên bi zorê, destavêtin û kuştinên li ser navê namûsê, bi awayekî sîstematîk pêk tên anîn ziman. Jinan bal kişand ser berxwedana Jîna Emînî ya ji aliyê polîsên exlaqî yên Îranê hat qetilkirin.

Di daxuyaniyên de hat gotin ku têkoşîna jinê hêvî û lêgerîna azadiya daye hemû mirovahiyê û wiha pêde çû: “Ji ber vê yekê me dirûşma “Jin, jiyan, azadî”, “Azadiya jinê” ku bi salan e ji aliyê jinên Kurd û hevalbendên wan ve li Rojhilata Navîn û li her derê tê gotin. Bi cesaret û ezmûna ku jin di qadên siyaset, perwerde, tenduristî, edalet û xweparastinê de li Îran, Kurdistan, Afganistan, Filistîn, Chiapas, Abya Yala, heta li Hindistan û li çar aliyê cîhanê xwe bi rêxistin dikin.”

JI BO BÎRANÎNA ARMITA Û EVÎNÊ DAKEVIN QADAN!

Tevgerên jinan ên li Fransayê li dijî tundiyê dibêjin "Em dizanin rêya me dirêj e. Ji bo bîranîna Armîta Geravand (ku meha borî li Îranê di şert û mercên mîna Jîna de hat qetilkirin) di 25’ê Mijdarê de, ji bo bîranîna Nûnera Tevgera Jinên Kurd Evîn Goyî ku di 23’yê Kanûna 2022’an de li Parîsê hat qetilkirin, hemû jinên Filistînî û Îsraîliyên mexdûrên şer li qadan bin. Em ji bo bîranîna jinên mexdûrên şer ên li Ukrayna, Sûriye, Qerebax, Chîapas û her deverên din ên ku polîtîkayên dewleta zayendperest, artêş û komên paramîlîter jinan dikujin, talan û destdirêjiyê dikin, bi bîr tînin. Herî dawî jî em ê ji bo bîranîna hemû jin û keçên cîhanê ku jiyana xwe ji dest dane bimeşin.”