Li bajarê Stuttgart ê Elmanyayê êrîşa balefirên bêmirov ên dewleta Tirk li hemberî rojnamevanan li Başûrê Kurdistanê pêk anî, hat şermezarkirin.
Li ser banga hevpar a Tevgera Jinên Kurd a Ewropayê (TJK-E) û jinên Hindistanê bi sernavê “Komkujiyên jinan li Hindistan, Îran, Tirkiye û hemû cîhanê rawestînin” li Qada Schlossplatzê mîtîng hat lidarxistin.
Di mîtînga ku pankart û dovîz hatin vekirin de bi zimanê Elmanî axaftin hatin kirin. Di mîtîngê de rojnamevanên jin ên ku di 23’ê Tebaxê de li Silêmaniyê hatin şehîdkirin û Dr. Momîta Debnath a ku li Hindistanê piştî tecawizê hat qetilkirin hatin bibîranîn û li hemberî komkujiya jinan banga piştevaniya jinan a gerdûnî kirin.
Di mîtîngê de axaftin hatin kirin. Mîtînga ku rastî eleqeyek mezin hat, kesên derdorê hatin agahdarkirin.
Di mîtînga ku nêzî saetek û nîvek berdewam kir de bêyî navber dirûşmeyên “Komkujiyên jinan li Hindistan, Îran, Tirkiye û hemû cîhanê rawestînin” û “Jin, Jiyan, Azadî” hatin berzkirin.