Jinên Kurd li ErmenIstanê ji bo 8’ê Adarê daxuyaniyek dan

Yekîtiya Jinên Azad (YJA) a li Ermenistanê xebatan dike ji bo çalakiyên 8’ê Adarê Roja Jinên Kedkar ên Cîhanê li gundê Araksê a girêdayî Armavîr (Oktomberyan) daxuyaniyek da çapemeniyê.

Di çalakiyê de li gel poserên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û pankartên nivîsên ‘Bê Serok Jiyan Nabe’, ‘Azadiya Serok Apo Azadiya Jinê ye’ û ‘Jin, Jiyan, Azadî’ hate vekirin, daxuyanî ji aliyê Endama Yekîtiya Jinên Azad a Ermenistanê Çîçek Rizgar ve hate dayîn.

Rizgar diyar kir ku jinan ji Rozayê destpê kir û heta roja îro bi berdêlên mezin têkoşîn pêşxistin û di encama vê de serketinên mezin bi dest xist û got: “Di Tevgera Azadiya Kurd de jinan, bi îdelolojiya Rêber Apo û bi ronahiya felsefa wî bûye hêza pêşeng a tevgerê û hêz û vîna jinê raxistiye ber çavan.”

Rizgar bi domdarî got:Ş “Tevgera Jina Kurd a ji Bêrîtan a mîrasê dîrokî yê têkoşîna azadiya jinê heta Arînan erdêlên mezin dane têkoşîna azadiya jinê gihandiye astekî baş. Mînaka vê ya herî berbi çav jî destketiyên jinan ên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatiye girtine. Dewleta Tirk ji vê destketiyên hêza jinê nîşan dide ditirse. Ji bo vê êrîşî Rêber Apo û jinan dike. Em tecrîda li ser Rêber Apo tê kirin, weke tecrîda li ser hemû jinan dibînin. Azadiya Rêber Apo azadiya jinê ye. Em jinên Kurd ên li Ermenistanê dijîn, agahiya hevdîtina malbatê ya bi Rêber Apo re dîsa başbûna tenduristiya wî me kêfxweş kir. Lê heta Rêber Apo azad nebe û mercên baş ên xebatê ji bo wî neyên avakirin wê têkoşîna me bidome.”

Çalakî bi dirûşma ‘Jin, Jiyan,Azadî’ bi dawî bû.