Kurdistaniyan li Bernê bi çalakiyekê piştgîrî da dayika Şenyaşar

Kurdan bi çalakiyeke ku li bajarê Bern ê Swîsreyê lidar xistin, piştgirî da dayika Emîne Şenyaşar a li ber avahiya dadgeha Rihayê di çalakiya nobeda edaletê de ye.

Li ser banga Meclîsa Jinan a Mizgîn û Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a Atakan Mahîr jinên Kurd û Kurdistanî li Bahnhofplatzê mîtîngek lidar xistin.

Nûnertiya Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Swîsre, Federasyona Elewiyên Demokratîk (FEDA), Komeleya Piştevaniya Mafê Mirovan a Swîsre (ÎHDD) Komeleya Çandê ya Kurd-Tirk-Swîsreyî (Kutusch) jî di nav de gelek saziyan piştgirî dan çalakiyê.

Di daxuyaniyên hatin dayîn de hate gotin ku ew saziyên demokratîk tavilê dixwazin daxwazên edaletê yên dayika Emîne Şenyaşar bên bicihanîn.

Çalakî piştî xwendina metna çapemeniyê û şûnd bi dirûşman dawî bû.