Jinên Elman bi pêşangeheke wêneyan piştgirî dan jinên Rojavayî

Li bajarê Oldenbûrg ê Elmanyayê bi tevlîbûna hejmareke zêde ya jinên Elman bi vekirina pêşangeheke wêneyan, hemû dahata ji pêşangehê bê wê ji bo jin û zarokên Rojavayê Kurdistanê bê şandin.

Duh piştî nîvro li bajarê Oldenbûrg a Elmanyayê ji aliyê jina çalakvan a Elman Maîke Nack û endamên Wexfa Jinên Azad a Rojava, pêşangeheke ya wêneyan hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên rewşa jin û zarokên Rajava hate nîşandan. Jinên Elman eleqeyek zêde nîşanî pêşangehê dan.

Birgit yek ji jinên çalakvan a Elman û di demeke nêzîk de çûbû Rojavayê Kurdistanê axivî. Birgit bal kişand ser rewşa jinên li Rojavayê Kurdistanê û got: “Jinên rojava têkoşîneke mezin didin. Ew xwe bi xwe xwe rêve dibin. Di hemû sazî û rêveberiyan de cihê xwe digirin. Ji bo vê tiştekî nû ye û divê em desteka xwe ji bo wan kêm nekin.”

Hemû dahata ku ji pêşangehê bê wê ji bo jin û zarokên rojava bên şandin. Di pêşangehê de jinên Elman stran gotin û çalakî bi coş bi dawî bû.