Jinên ciwan ên Kurd li Farankfûrtê çalakiyek kirin

Jinên Ciwan ên Kurd ên li Fankfûrtê dijîn bi çalakiyekê xwedî li pêngava Jinên Mexmûrê derketin, li cihekî herî qelebalix li dijî dijminên jinan pankartek hildan.

Jinên Xwendekar ên Kurdistanê (YXK) li Frankfûrtê di çarçoveya kampanyay ‘Em dibêjin Na’ li Messe Frankfûrtê pankartek daliqandin.

Di çalakiyê de ku xwedî li pêngava jinên ciwan ên Mexmûrê derket, bal kişand ser tundiya li ser jinê ya her roja diçe li Ewropayê zêdetir dibe.

Ciwanan li ketina metroyeke ya herî qelebalix de pankarta bi nivîsa ‘Ji dehfdana bi zorê ya jinan a fuhûşê re dibêjin Na’ daleqandin.

Di çalakiyê de daxuyaniyek hate dayîn û ev hate gotin: “Li her derê cîhanê ruh û bedena jinê tê hebiskirin. Jin terkî mirinê tên kirin, bi hovane tên qetilkirin.

Li dijî sîstema bi xwîn a jinan, xweza û zarokan dihelîne xwe li ser lingan digire, têkoşîna tê kirin heta azadiya her kesî wê bidome.”