Jinan li Rûsyayê 15'ê Sibatê şermezar kirin

Jinên Kurd ên li navçeya Dergaçî ya herêma Saratov a Rûsyayê, komploya 15'ê Sibatê şermezar kirin.

Jinên Kurd ên li gundê Tîmonîno yê navçeya Dergaçî ya herêma Saratov a Rûsyayê, komploya navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin şermezar kirin.

Jinan bi vê armancê tevî zarokên xwe çalakî kirin. Bîbar Sûleyeva û Tevrat Yûsûbova bi navê jinan axivîn û gotin, "Jinên Kurd heta ku Rêberê xwe azad bikin wê têkoşîna xwe bidomînin."

Di çalakiyê de hêzên komploger û hêzên dinyayê yên li pêşberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bêdeng in hatin şermezarkirin.

Jinan gotin, "Mifteya çareseriya pirsgirêkên li Rojhilata Navîn û Kurdistanê bi Ocalan re ye."